22 Eylül 2017 Cuma
Anasayfa > XEBER > Ala Kurdistanê li Kerkûkê Hat Bilindkirin

Ala Kurdistanê li Kerkûkê Hat Bilindkirin

28.03.2017 21:08:06 12 14 16 18 yazdır
Piştî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi fermî û bi piraniya dengan biryar bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û dam û dezgehên fermî yên li Kerkûkê pesend kir. Bi amadebûna xelk û Parêzgarê Kerkûkê Ala Kurdistanê li ser Parêzgariya Kerkûkê hate
Ala Kurdistanê li Kerkûkê Hat Bilindkirin

Di rêwresmekê de, bi fermî Ala Kurdistanê hevşanî ala Iraqê li pêş Parêzgeha Kerkûkê hate bilindkirin û ev roj wek roja niştimanî û rojeke dîrokî bo Kerkûkê û Kurdistanê tê hejmartin.


Îro 28 Adara 2017an Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna hejmarek ji endamên fraksiyona Erebî û Tirkmen civiya û bi piraniya dengan biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê dan.


Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî Necmedîn Kerîm bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin.


Piştî biryarê, Serok û endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di konferanseke rojnamevanî de derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de ragihandin "Me biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Parêzgeha Kerkûkê da, heta dema ku pirsgirêkên bajêr li gor yasa û destûra tên yekalîkirin. Ala Kurdistanê jî ligel ala Iraqê tê bilindkirin. Îro rojeke niştimanî û dîrokî ye."

Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî

Di nivîsa fermî ya ku ji Parêzgariya Kerkûkê re hatiye şandin de, tê gotin ku biryara bilindkirina ala Iraqê yan jî aleke din ligel wê, ne ji aliyê meclîsa parêzgariyê ve ji aliyê hikumeta navendî û federal tê dayîn.

Di nivîsê de hat gotin, "Mekanîzmeyên ji bo Kerkûkê û herêmên nakokî li ser wan heye, di benda 140 a destûra 2005an a Iraqê de hatine diyarkirin. Her çiqas ku heta niha ev rewş nehatiye çareserkirin jî biryara li ser bajarê we (Kerkûk) li dijî hikûmeta federalî û rêveberiya navendî ye. Loma jî divê ala Iraqê bê daliqandin."

Tirkiyê jî li ser hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî da

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Tirkiye biryara hildana Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê li ser avahiyên parêzgeha Kerkûkê bi biryareke rast nabîne û ji vê biryarê bi fikar e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, bi boykotkirina endamên tirkmen û ereb û pesendkirina biryarê bi awayekê yekaliyane, ew weke Tirkiyê binpêkirina statuya arîşedarbûna Kerkûkê û destûra Iraqê ye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê dayîn, ku nasnameyên cuda li Kerkûkê hene û tekezî li ser wê yekê tê kirin, ku rijdbûna li ser tevgera yekalîyane derbarê statuya Kerkûkê de, dê zirarên bigihîne, diyalog û pêveajoya girêdayî destûra Iraqê.

Li gorî daxuyaniyê, herwiha pêngavên wisa dê bandoreke neyênî bike ser ewlehî û îstîqrara berdewam a li welat.

Wezareta Derve ya Tirkiyê rewşa xirab û krîtîk a Iraqê bi bîr tîne û bang li hemû aliyan dike, ku bi awayekê aqilane, berpirsane û miyanrew tevbigerin.



Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorinin Diğer Haberleri