20 Ağustos 2019 Salı
Anasayfa > KÜRTÇE > Newroz Pîroz Be

Newroz Pîroz Be

21.03.2019 11:50 12 14 16 18 yazdır
iro 21'e Adarê cejna Newrozê cejna hatina biharê cejna xelasbûna ji bindestiyê ye. Newoza gelê me pîroz be
Newroz Pîroz Be

Îro Cejna gelê Kurd e. Îro destpêka biharê ye. Li seranserî Kurdistanê, îro Cejna Newrozê bi coşeke bilind tê pîrozkirin. 

Îro li Amedê , mezintirîn aheng û merasima pîrozbahiya cejna Newrozê birêve diçe. 

Ji serê sibehî vex elk ber bi qada lidaxistina merasima Newrozê ve diçin û heta niha bi deh hezaran kes li vê qadê kom bûne.

 

Amadekariyên lidarxistina merasima Newrozê li Amedê bidawî bûne û biryar e di saet 11:00 de merasima pîrozbahiya Newrozê li Qada Newrozê li bajarê Amedê dest pê bike.

 

Tê çaverêkirin ku bi sed hezaran kes beşdarî di merasim û ahega îro ya Newrozê ya Amedê de bikin.


Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî hêvî dikin ku îsal cejna Newrozê di nav aramî û aştiyê de derbas bibe û di sala nû ya Kurdî de, Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihin mafên xwe.

 

Îro Çarşemî 20ê Adarê li bajar û bajarokên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran welatî daketine cedan û agirê Newrozê pêxistin.

 

Li Bajarê Qamişlo jî, hejmarek ji ciwan û keçên vî bajarî û di nav wan de jî xwendekar, meşeke lidar xistin û bi pêxistina agirê Newrozê pêşwazî li cejna Newrozê kirin.

 

Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi hatina cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, kêfxweş in û madekariyên xwe ji bo sibe, roja Newrozê dikin.

 

Xelkê Rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku Newroz îsal jî bi kêf û xweşî derbas bibe û aştî û aramî li herêmê hebe û ewlahiya herêmê parastî be.

 

Herwiha xelk hêvî dikin ku di sala nû ya Kurdî de, rewşa Rojavayê Kurdistanê di her warî de baştir bibe û Kurd jî bigihin mafên xwe yên rewa.

data-ad-format="auto" data-full-width-responsive="true">
Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorinin Diğer Haberleri