18 Kasım 2017 Cumartesi
Anasayfa > XEBER > Referanduma Serxwebûna Kurdistanê Îsal Dê Were Kirin

Referanduma Serxwebûna Kurdistanê Îsal Dê Were Kirin

28.03.2017 21:27:12 12 14 16 18 yazdır
Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ragihand ku referanduma serxwebûnê Kurdistanê îsal dê were kirin.
Referanduma Serxwebûna Kurdistanê Îsal Dê Were Kirin
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpevîna xwe ya nivîskarê malpera nûçeyan a philly.com a amerîkî de bersivên girîng dane Rudy Rubin. Barzanî got: "Ji bo ku em daxwaz û tercîha kurdan şanî raya giştî ya navneteweyî bidin em ê îsal li Kurdistanê referandumê çêbikin û ev eseh e. Mecburiyeteke ku em piştî referandumê serxwebûnê îlan bikin tuneye. Êdî ne mimkûn e ku em bikaribin behsa Iraqeke yekgirtî bikin."

Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de îdîayên ku bi Tirkiyeyê re hewldanên serxwebûnê gotûbêj dikin derewand û got: "Digel vê jî Tirkiye amadeye di vê mijara serxwebûnê de guhdariya me bike."


Serokwezîr Barzanî di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Li Rojhilata Navîn piştî Îsraîlê hevbendê duyemîn ê Amerîkayê Kurdistan e. Lewma Amerîka bi taybetî jî rêvebiriya Serok Donald Trump divê aqûbeta kurdan a li Rojhilata NavÎn baş bihesibîne."

Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorinin Diğer Haberleri