19 Kasım 2017 Pazar
Anasayfa > KÜRTÇE > Serxwebûna Kurdistanê
Serxwebûna Kurdistanê

Serxwebûna Kurdistanê

11.07.2017 09:52:24 12 14 16 18 yazdır
Ji bo referandûma ku di 25'e îlonê de pêk be demeke kin ma. Kurd li benda serxwebûna Kurdistanê ne ku xewnên wan bêne cîh û Kurdistan azad bibe.
Kurdistan
Kurdistan (Dengdani/kʊrdɯstɑːn/), welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e. Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.


Peyvnasî
Navê kevn
Navê Kurdistanê ya qedim Kardox bû.
bi yewnanî: Κορδυηνή Kordyinî,
bi îbranî: קרטיגיני, Kirtîgînî
bi ermenî: Կորճայք, Korçayk 


Li kelaka Kardoxê sumeriyan li welatê kurdan re digotin Kur-a, Gutiyum û Welatê Karda elamîtan jî Kurdasu, akadiyan jî Kurtey asûriyan jî Kurtî û babîliyan jî Qardo digotin Romiyan jî Corduene bikarandin.


Navê dema ereban

nexşeya Ibn Hewqalê kû welatê Kurdan reh dikî. (PZ. 977)


navê naxşe "Nexşeya Cîbalê" ji (Rojhilat/Bakurê çiyayên Mesopotamyayê) "Kû Kurd ji tavistan û zivistanê dimînin" reh dikî.


Dema (Misilman) Ereban erdên Ariyan feth kirûn, wan jî welatê kurdan re digotin Ard'ul Ekrad (Axa Kurdan) û Bilad al Ekrad (Warê Kurdan) dûra dema oẍiz hatin rojhilata navin wan jî navê erebî dewam digotin.


Navê anka
Berê selcûqîyan Matthiasê Edessayî ji li dîrokname ya Ermenî ye da navê K'rdstanac dayen hêremeke nav Amed û Siverekê.


Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye karanîn. Selcûqiyan navçêya Bahar, li başûrê Hamedan bi Kurdistan navkiribûne. Gorî Şerefxan Herêma mîrgeha Melkişî, Dêrsim, ji aliyê herkesî ve wek Kurdistan dihat nasîn.


Dîrok

Dîroka Kurdistanê

Nexşaya ke Mahmud Qaşqarî pirtûka Divânu Lügati't-Türk ta xêz kirî. (11. sedsal) Le ser nexşeda Axa Kurdan (Ard'ul Ekrad) lêkirî yê.


Nexşeya Qaşqariyê bi tirkî, wira da jî navê Kurdistanê bi Kürt Ülkesi lêkirî yê


Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin


Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.


Eger em bixwazin bi avayekî zanistî û li gor datayên şûnwarnasiyê ji dîroka Kurdistanê re binêrin gelek tiştên nû eşkere dibin. Li gor Projekta Şûnwarnasiya Zagrosa Navendî (CZAP) Kevintirîn cih li rojhilata Kurdistan û Îranê gundê Şîxawa (Sheikh-e Abad)ê ye li parêzgeha Kirmaşanê ku dîroka wî vedigere 9810±60 berî zayîn an 11825±60 sal berî niha. Lewra dîroka şaristaniyeta Kurdistanê gelek kevintir e ji Împeratoriya Medya û hatina gelên biyanî bo Kurdistanê. 


Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Dewletên Kurdan
HilhatinSerdema NavînSerdema NûjenSedsala 20anSedsala 21ê
  • Gutî
  • Med û Medya
  • Adiabene
  • Sadakiyan
  • Kakûyî
  • Selarî
  • Şedadî
  • Dewleta Eysanî
  • Merwanî
  • Lurî Piçûk
  • Rewadî
  • Hezarhespî
  • Biraxoyî
  • Dewleta Enazî
  • Dewleta Biweyhiyan
  • Hesnewî
  • Dewleta Eyûbiyan
  • Badînan
  • Dûgela Zend
  • Mûkriyan
  • Keyaniya Kurdistanê
  • Kurdistana Sor
  • Komara Agiriyê
  • Komara Mehabadê
  • Bakurê Kurdistanê
  • Başûrê Kurdistanê
  • Rojavaya Kurdistanê
  • Rojhilata Kurdistanê
  • Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Erdnîgarî

Bajarên Kurdistanê


Kurdistana sor

  • Laçin
  • Qubadlî
  • Zengilan
  • Kelbajar ( Kevnbajar)
  • Qerekişleq
  • Qotirlê
  • Kurdhacê
  • Muradxanê


Bakurê Kurdistanê

  • Amed
  • Agirî ( Bazîd) (Patnos)
  • Wan
  • Colemêrg (Gewer)
  • Şirnex (Cizîra Botan), (Silopî)
  • Mêrdîn (Nisêbîn), (Qoser)
  • Dêrsim
  • Semsûr
  • Sêrt
  • Bedlîs (Tetwan)
  • Mûş
  • Erzîngan
  • Çewlig
  • Riha (Wêranşar), (Sêwreg)
  • Xetay (Îskender)
  • Gurgum
  • Îdir
  • Qers
  • Erzirom
  • Sêwas
  • Meletî
  • Erdêxan
  • Êlih
  • Dîlok
  • Xarpet (Elezîz)


Başûrê Kurdistanê

  • Hewlêr
  • Silêmanî
  • Helebce
  • Zaxo
  • Dihok
  • Xurmatû
  • Kerkûk
  • Xaneqîn
  • Mendelî
  • Mûsil


Rojhilata Kurdistanê

  • Mehabad
  • Sine
  • Îlam
  • Kirmanşan
  • Wirmê (Urmiye)
  • Hemedan
  • Xuremabad
  • Şarîkurd
  • Dêzful
  • Kazrun
  • Miyanduaw
  • Kamyaran
  • Mako
  • Banê
  • Serdeşt
  • Gûrgan
  • Kurdkoy


Rojavaya Kurdistanê

  • Qamişlo
  • Heseke
  • Efrîn
  • Kobanê
  • Serê Kaniyê
  • Tirbe Sipiyê
  • Dêrik
  • Amûdê
  • Mabuk
  • Cerablus
  • Girê Spî
  • Bab
  • Reqa

Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê.


Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.


Beşên Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.

Başûrê Kurdistanê

Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.


Rojhilata Kurdistanê

Rojhilata Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye.


Rojavaya Kurdistanê

Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.

 
Dînên kurdan

Li Kurdistanê gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, zerdeşt, xiristiyanî, cihû û çend olên din hene.

Berê Îslamiyetê piraniya kurdan li ser dînê Zerdeşt bûn navê dînê Zerdeşt Behdîn e, piştî ku Îslam li Kurdistanê hate belakirin piraniya kurdan bawerî pê anîn û bûn misilman.

Civak
Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî (fars), azerî (ecem), ermen, ereb, tirkman û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.

Pêkhateya neteweyî
ya rûniştvanên Kurdistanê (1995) [11]%
Kurd 85,9%
Tirk 5,3%
Ereb 3,6%
Ecem 3,1%
Fars 2,9%
Asûrî 2,2%
Ermen 1,5%
Tirkmen 1,4%
Neteweyên din 4,1%


Ala

Alaya Kurdistanê
Alaya kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev alaye di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kevnên Kurdan de çevenga vejînê ye.[12] Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne an jî Newrozê nîşan dide.

Wateya rengan

Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîne. Nîşana rojê di dîroka Kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kurdan, wek Yezdaniyê de, çevenga vejînê ye. Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwere demsala Biharê jî têne. Rengê sor, xwîna Şehîd/Pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramî ya gelê Kurd sembole dikê.

RengWateCMYKRGB
KeskSurişt û xwezaya Kurdistanê100-0-89-6029 8C 00
SorXwîna şoreşgerên Kurdistanê0-100-100-0FF 00 00
ZêrRonahî û azadî0-25-100-0FF C0 00
SpîAştîFF FF FF



Di dîrokê de alayên rexistinên Kurdistanê

Di Kurdistanê de alên curbecur hatin bikaranîn û tên bikaranîn lê biryareke li ser bikaranîna aleke neteweyî tuneye.

  • Ala Siltaniya Eyûbiyan(1171? 1260)

  •  
  • Ala Şahiya Zend (1750 ? 1794)

  •  
  • Ala Mîriya Soran (1816?1835)

  •  
  • Ala ku di Serhildana Koçgiriyê de hatiye bikaranîn (1920)

  •  
  • Alaya Keyaniya Kurdistanê (1921-1924,1925) 

  •  
  • Alaya Komara Agiriyê(1927-1930)

  •  
  • Alaya Komara Mehabadê(1946-1947)


Sirûda netewî
Sirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) ve di sala 1946'an de hat nivîsandin. Ey Reqîb ji aliyê Dildar ve bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'an de di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.

Ey Reqîb, bi soranî

Ey Reqîb

Ey reqîb her mawe qewmî kurdziman
Nayşikênê danerî topî zeman
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Ême roley rengî sûr û şorriş în
Seyrî ke xwênawiye rabirdûman
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên nexşî bika tacî jiyan
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Ême roley Mêdiya û Keyxusrew în
Dîniman, ayinmian, her nîştiman
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman

Lawî Kurdî her hazir u amadeye
Canfîda ye, canfîda ye, her canfîda
Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê allakeman


Ey Reqîb, bi kurmancî

Ey Dijmin

Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman
Nikare bişkêne liba topa vî zemanî

Bila kes nebêje kurd dimirin,
Kurd zindî ye Zindî ye, qet nizim nabe ala me.

Em kurd in rengê sor û şoreş in
Li serboriya me ya xwîndar binihêre.

Em kurên Medya û Keyxusrew in
Dînê me, ayîna me her niştîman e

Çend hezar lawên kurd ên şêrdil
Bûn bi gorî (qurbanî), hemû hatin veşartin

Lawên wî niha jî hazir û amade ne
Canfîda ne, canfîda ne, her canfîda

Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxwasan
Çawa bi xwîn neqş dike tacê jînê


Bi rengê marşê

Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna tiya me da rijand.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Em xortên Medya û Keyxusrewin
Dîn îman û ayînman, her niştiman
Dîn îman ayînman, Kurd û Kurdistan.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran
Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Xortên nûh tev hazir û amade ne
Can fîda ne can fîda, her can fîda !


Ey Reqîb, bi hewramî

Ey Raqîb

Ey reqîb her, menen mîlletî kurd ziwan
Nimemarroyçiş, cimnerî, çerxî zeman
Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen
Zînnênew qet menamyore allakêman

Ême rollê rengê sûrê û şorrişî
Bidye çin winallînen, wiyerdeman
Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen
Zînnênew qet menamyore allakêman

Mîlletu kurdî hurzawe seru, pay
Be winêş nexşîn kero tacew jîway
Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen
Zînnênew qet menamyore allakêman

Ême rollê, mîdyaw keyxusrewî
Dîn û ayînç, parêznaş, nîştiman
Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen
Zînnênew qet menamyore allakêman

Mîlletu kurdî, amadew haziren
Gyan fîdan û gyan fîda,her gyan fîda
Kes newaço kurd merden,kurd her zînnen
Zînnênew qet menamyore allakêman


Ey Reqîb, bi kirmanckî/zazakî

Ey Raqîb

Ey reqîb her mendo qewmê kurdziwanî
Nêşikîno, nêkuwno bi topa zemanî
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Lajê kurdî vaşto ra payan zê çêran
Ta bi gonî bineqişne tacê cuyane
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Ma domanê Medya û Keyxusrew îme
Dîn îman, ayînê ma her welat o
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Ma domanê rengê sûr û şoreş îme
Temaşeke, gonin o ravêrdeyê ma
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Lajê kurdî her hazir û amade yo
Canfeda yo canfeda, her canfeda
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma



Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorinin Diğer Haberleri