14 partiyên Kurdistanî ji bo Kerkûkê beyanname dan

14 partiyên Kurdistanî yên li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê li ser ewlekarî, rêveberî û xizmetguzariya Kerkûkê beyannameyeke hişyarî ya 7 xalî ji Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd re şandin.

14 partiyên Kurdistanî yên li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê li ser ewlekarî, rêveberî û xizmetguzariya Kerkûkê beyannameyeke hişyarî ya 7 xalî ji Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd re şandin.

Berpirsê Rêxistina Kerkûkê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Mihemed ragihand, “Ji bilî PDKê 14 partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê, beyannameyeke hevbeş li ser rewşa Kerkûkê pêşkêşî Serokkomar kirin.”

Muhammed anî ziman ku şert û mercên baş ên jiyanê mafê wan ê bingehîn e û got, “Yên ku beyanname radestî Serokkomar kirine 14 partiyên siyasî yên li Kerkûkê ne. Mafê me heye ku em gelê xwe biparêzin. Divê gelê me di şert û mercên baş de bijî. Ev mafê me yê xwezayî ye.”

Beyanname hevbeş ji van xalan pêk tê:

1- Tevî ku pêwîstî bi pê nîne hebûna gelek baregehên leşkerî li Kerkûkê diyardeyeke ne medenî ye û ev yek jî bûye sedem ku parêzgeh taybetmendiya xwe ya sivîl ji dest bide.

2- Biserdegirtinên bi şev ên fermî yan ne fermî li ser hinek taxên Kurdan (Şorîce, Rehîmawa, Kurdistan, Derwaze, Penca Elî û hinek taxên din) bê hincet kirin. Ev jî dibe sedem ku piraniya şêniyên vê herêmê koçber bibin.

3- Hêzên leşkerî di berjewendiya hinek neteweyan de û ji bo berjewendiya neteweyên din pirsgirêkên zeviyên çandiniyê digrin dest. Ev yek di nava cotkarên gelek gund û deştan de pirsgirêk û aloziyên etnîkî çêdike.

4- Di biryara desteya serokatiya civata wezîran a roja 2.10.2022 û hejmar 2299 ya komîsyona cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê de, daxwaz ji Wezareta Bazirganî tê kirin ku forûmên xorakê neguhêzin Kerkûkê û paş de neyên vegerandin bêyî erêkirina komîsyona peywendîdar li Bexdayê. Paşguhkirina wan belgeyên taybet ên ku ji aliyê komîteyên jêrîn ên parêzgeha Kerkûkê ve hatine weşandin, dibe sedema guhertineke demografî ya ku nayê qebûlkirin.

5- Cudahiyeke berçav di gihandina xizmetên bingehîn ji bo gel ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve tê kirin. Ev jî dibe sedem ku gelên li taxên Kurdan xwe di kêmasiyê de û paşguhkirî hîs bikin.

6- Li gel rêkarên ne rewa, wergirtina bac û xerca ne yasayî ji cotkar û bazirganan li xalên pişkinînê yên li derveyî bajêr, nirxê xorek û pêdawîstiyên sereke zêde dike û ev yek jî barê xelkê Kerkûkê zêdetir dike.

7- Guhertinên îdarî yên ku ji aliyê cîgirê parêzgarê Kerkûkê ve li ofîsên Kerkûkê hatine kirin, ne li gorî hejmara şêniyên Kurd ên li parêzgehê ne. Ji bo ku li gorî destûr û prensîbên hilbijartinê ji bo hemû civakan hevsengî û dadmendî bê dabînkirin, divê ev rewş li ber çavan bê girtin.

Di dawiya wê beyannameyê de, aliyên Kurdistanî hişyariyeke tund dan ku eger kiryar berdewam bin dê rewşa Kerkûkê xirabtir bibe.

Her wiha partiyan teqezî li ser wê yekê kirin ku ew li ser parastina mafên xwe yên destûrî ne û hemû bijardeyên wan hene ji bo parastina maf û kerameta welatiyên xwe li bajêr.