Almanya Perwerdeya Hêzên Pêşmerge Dirêj Kir

 Almanya dema rahênan û perwerdeya leşkerî ya ji bo hêzên pêşmerge dirêj kir.

 

Hikûmeta Almanyayê ragihand, ew dê dema rahênan û perwerdeya leşkerî ya ji bo hêzên pêşmerge heta 3 mehên din dirêj bikin.

 

Derbarê vê biryara xwe de, Berlînê ragihandiye, ew biryarên ku wan derbarê alîkariya pêşmerge û rahênan û pwerdekirina wan û pêşkêşkirina çekan bi wan dane, biryarên pêwîst û rast bûne.