Bûk û Pîpik

Hebû tunebû, çûkek hebû. Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difiriya, dikir vîçevîç û ji vê darê hetta wê darê diçu dihat.


Lê rojekê sitirîyek di lingê wê re çû. Sitirî gelekî canê wê êşand. Kire qîreqîr û hawar. Bi vir de û wir de firiya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardûk xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê runişt, ji pîrê re got:


- Pîrê, stiriyek ketiye nigê min, heke tu vî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu ê nanê xwe lêxe.


Pîrê got:

- Baş e


Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agir. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firiya hat got:

- Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.


Pîrê got:

- Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.


Çûk got:

Min çi jê ye, ya ê tu sitirîyê min bidî yan jî  ji dêvla wê ve heft nanan ji te dixwazim.


Pîrê got:

- Aman, yeman çûko wiha neke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.


Kir nekir, Çûk ji ya xwe nehat xwarê, got:

- Ya sitiriyê min yan jî heft nan


Pîrê mecbûr ma, heft nan da çûko


Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku şivanek li ber pez e. Şivan şîr dotiye tasa xwe, dike bi vî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber şivan runişt got:


- Şivano, a ji te re heft nan. Biçîne şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike


Kêfa şivan hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivan got "Oxx Elhamdulîllah", çûk firiya hat li ber şivan runişt, got:


- Ka nanê min


Şivan şaş ma, got:

- Min nanên te çand şîr û xwar


Çûko got:

- Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...


Şivan got:

- Aman, yeman çûko wiha neke.


Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:

- Ya heft nan, yan jî heft beran


Şivan mecbûr heft Beran dan çûko.


Çûko heft beranên xwe girtin firiya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin û têxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê runişt, got:


- Dev ji wan req û beqan berdin Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe.


Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firiya hat got:


- Kanî heft beranên min bidin min


Xwediyê dawetê got:

- Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.


Çûko got:

- Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez  bûkê dixwazim.


Gotin:

- Eman, yeman çûko wiha neke


Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:

- Yan heft beranên min yan jî bûkê...


Mecbûr bûk dan Çûkoyî.

Çûko bûka xwe girt, firiya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, pîpika wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya pîpikê, çû got:


-- Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û pîpika xwe bi hev bidin


Kêfa berxvanî hat got:

- Lê çawa


Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir pîpika wî firiya çû çû li ser zinarekî runişt. Pîpika xwe xiste devê xwe got:

- Tû, tûûû,

min sitiriyê xwe da bi heft nanan,

heft nanên xwe dan bi heft beranan,

heft beranên xwe dan bi bûkekê,

bûka xwe jî da bi pîpikekê


Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin pîpika xwe xist devê xwe, got:

-- Tû, tûûû,

min sitiriyê xwe da bi heft nanan,

heft nanên xwe dan bi heft beranan,

heft beranên xwe dan bi bûkekê,

bûka xwe jî da bi pîpikekê


Pîpika xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Deste vala firiya çû çû, winda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...


Çîroka min li diyaran,

rehmet li dê û bavê guhdaran,

ji bilî fesadên ber dîwaran.