Dîk û Kîso

Hebû tunebû, carekê ji caran, dîkek û kîsoyek hebûn.Salekê herduyan biryar dan ku bibin şirîkên hev ên cotkariyê. Haziriya xwe kirin ku wê salê cotê xwe bikin. Tovê xwe peyda kirin û man li hêviya dema cotkirinê.


Lê dîko her roj çû hinek ji tovê wê salê xwar. Heta kîso pê hesiya wî nîvê tov xwar. Kîso hêrs bû, rabû misasek li qorika dîko da. Ba ji ber dîko çû. Dîko jî nikulek li nava çavê kîso da, çavê wî rijand.


Kirin nekirin li hev nehatin, biryar dan ku herin ba qazî doza xwe safî bikin. Bi hev re dan rê çûn ber şerîetê


Kîso berê xwe da bûm, got:

- Ya bûm

Bûm got:

- Ew navê min e.

Kîso got:

- Li ser tûm.

Wî got:

- Ew paytextê min e.

Kîso got:

- Em hatine cem te şerîetê.

Bûm got:

- Ew karê min û bavê min e.

Kîso got:

- Ez û dîko em bûne şirîkên hev ên cot.

Bûm got:

- We şûbetî kir.

Kîso got:

- Dîko nîvê tovî xwar.

Bûm got:

- Wî bênefsî kir.

Kîso got:

- Min misasek li qorikê da.

Bûm got:

- Te neheqî kir.

Kîso got:

- Ba ji ber çû.

Bûm got:

- Wî bîhnfirehî kir.

Kîso got:

- Wî nikulek li çavê min da, çavê min rijand.

Bûm got:

- Wî jî bêhemdî kir.

Bûm rabû ser xwe û got:

- Bi eniya xwe ya pan kim, min ya xwe got; dîk û kîso nabin şirîkên hev ên cot.

Çîroka min li diyaran, rehme li dê û bavê guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran.