Eşîretên Nînowayê: Bila PKK ji Şingalê derkeve

hoz û eşîretên ereb ên Deşta Nînowayê li Duhokê daxuyaniyek dane çapemeniyê û bang li PKKê kirin daku hêzên xwe ji sînorê Şingalê derbixe.

Nûner û mezinên hoz û eşîretên El-Cihêş, El-Neîm, El-Liheb, El-raşid, El-Mamir, Xezric, Ebasiyîn, El-Bekara, El-Buselame, El-Xewatib, El-İzet, El-Dilêm, El-Ubeyş, El-Şerabiyîn, Zewbe, Zibêd, Tayh, El-Buhemdan, Ebû Hemed El-Sebawî, Qiyadîn, Miyadîn û El-Cibûr di civînê de bi daxuyaniyeke hevpar daxwazên xwe anîn ziman.

Li ser navê hoz û eşîretên ereb Serokê hoza Cibûrî Sebah Ebd deqa daxuyaniyê xwend û got; "PKK bernameya hêzên derve cîbicî dike. Malîkî pere dide wan û ew jî vê bernameyê pêk tînin. Şingal axa Herêma Kurdistanê ye, bi xwîna xelkê navçeyê hatiye rizgarkirin, lewma divê PKK ji wir derbikeve."

End herwiha daxwaz ji hikûmeta navendî ya Iraqê, Dadgeha Federalî ya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kir daku PKKê ji herêmê derbixin. Herwiha daxwaz ji serokhozên Sûriyê jî kir, ku ligel PKKê tevnegerin û got; "Jiber ku ew tenê ji bo qayîlkirina rejîma Sûriyê xak dagir dikin."

Sebah Edb herwiha ragihand, "Em piştgirî didin Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge, ku bi hemû şêweyekî hewldidin şeref û kerameta me biparêzin. Lewma em bi hemû şêweyekî piştgiriya wan dikin."

Roja înê 3ê Adara 2017ê, li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê di navbera pêşmergeyên Leşkerê Roj û hêzeke ser bi PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.

Di encama şer de, 7 çekdarên YBŞê jiyana xwe ji dest dan û 20 çekdarên din jî birîndar bûn. Herwiha di heman pevçûnê de, 4 pêşmerge jî birîndar bibûn.

Piştî rawestandina şer, fermandeyên Hêza Pêşmerge û PKKê bi hev re civiyan û li ser agirbesteke 24 saetî li hev kirin.