Ez û Tu

     Derdê dila pir girane, keçê, ez nikarim êşa hezkirin barbikim,     Min got mervo tu helbesta evînê, ez jî kaxeza dara tûyanim,     Bila erd û ezman bihîste, mamosta, ez şev û roj bo eşqa te dinalim,     Min got mervo tu ava Behra Wanê, ez jî berfa Çiyayê Suphanim. 
     Ew dibistana ku tu dersan didî zarokan, xweskana ez vir hademe bûma,     Kîngê min te naskir, mamostetî qey ba Xweda pîroze, niha dizanim çima,     Ger ez bibim xwendewanê te, baver bike kû ez cem te dibim alim,     Min got mervo tu mamosta welatê, ez jî seyyahek bêkes û bêmalim.      Qêrîn û hawar dikim li ser berbanga dîrok, bila binivsîne çîroka me,     Nizanim heya kîngê domî dike wa hesret û tenêtî geroka me,     Jiyana wundayî û salên ku badilhewa derbaz bûn, bi destên te dimalim,     Min got mervo tu gula baxça gulistan, ez jî strana bulbulanim. 
     Çend salin min rojek ronî nedî, bûm her dem birîndar û belengaz,     Hêvî û gûmana min jî tunnebû, ne armancek ma ne jî alaz,     Ez aşiqê bejna teme keçê, heyrana ew ruyê bedew û porên qeytanim,     Min got mervo tu silûeta Mehabad û Ûrmiya, ez jî nevalên Botanim. 
     Agirê dilê min gellek har bû, ew şewat ruh û canê min pir diêşîne,     Tenê tuyi dermana min, çavên te hêşîn dikane jiyana min dîsa bihêşîne,     Eşqa te hat ziman û deng da, ji bo te peyva helbest û nivîsanim,     Min got mervo tu strana dengbêjan, ez jî billûra şivananim. 
     Min got mervo tu wêje û huner, ez jî îlim û îrfanim,     Min got tu namûsa axa Kurdistan, ez jî şerefa Ala Rengîn,     Tu newiya Zozan Sahabe, ez jî kurê Selahaddîn,     Tu hingiva Bêdlîsê, ez jî rîçala Mêrdîn,

     Tu sêva Dara Hênê, ez jî zembîlfroşa Farqîn,     Tu xezala Cizîrê, ez jî pezkuviya Nusêybîn,     Tu li Hezexê berfîn, ez jî li Şemzînanê guldexwîn,     Min got û got mervo tu keça Mervanî, ez jî xortê Şeddadiyanim.