Herî zêdetir gelê Kurd ji siyaseta PKK zirar dibînin
Osman Ocalan: 'Siyaseta PKKê ya niha di berjewendiyên gelê Kurd de nîne. Herî zêdetir gelê Kurd ji vê siyasetê zirar dibînin. Pêwîst e ku ev siyaset bê rawestandin. Kurd bikaribe azad nêzîk bibe. Yanî siyaseta Kurd ne bi vî rengî, bi rengekî din bûya. Ji bo vê jî siyaseta PKKê niha di zirara gelê Kurd de ye.'
Siyasetmedar Osman Ocalan li ser siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li hember Herêma Kurdistanê ragihand: “Siyaseta PKKê ya niha di berjewendiyên gelê Kurd de nîne. Herî zêdetir gelê Kurd ji vê siyasetê zirar dibînin.”
Osman Ocalan li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû derbarê siyaseta PKKê ya li hember Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Siyaseta PKKê ya niha di berjewendiyên gelê Kurd de nîne. Herî zêdetir gelê Kurd ji vê siyasetê zirar dibînin. Pêwîst e ku ev siyaset bê rawestandin. Kurd bikaribe azad nêzîk bibe. Yanî siyaseta Kurd ne bi vî rengî, bi rengekî din bûya. Ji bo vê jî siyaseta PKKê niha di zirara gelê Kurd de ye.”
Ocalan destnîşan kir: “Siyaseta PKKê wiha ye, rewşa Kurdistanê li ber çavan e, xistine ber çavan, lê netîceke baş nîne, netîceke baş nedaye, ew netîca berevajî daye. Em dizanin ku Kurd û Kurdistan ji vê siyasetê zirar dîtiye.”
PKK bûye sedema wê yekê ku li Herêma Kurdistanê çendîn gund nehatine avedankirin, li ser vê mijarê Osman Ocalan got: “PKK li seranserê sînor bi sedam gund vala hiştin. Xelkê Kurd nikaribû avahiya xwe damezrandana, gundê xwe ava bikirana, berê jî wisa bû, niha jî wisa ye û berdewam e. Ji bo vê jî em dikarin bêjin ku ev siyaseta PKKê heya niha zirar da Kurdan.”
Li ser sedema vê zirarê ku PKK dide gelê Kurd, Ocalan destnîşan kir: “PKK bi giştî lê dinêre, mesela Kurd meseleke giştî dinêre, dixwaze ku mesela Kurd bi giştî pêkve hel bibe, pirsgirêka Kurd pêkve çareser bibe, bi vî awayî jî ji meselê dernakeve û hîn zêdetir mesele derdixe.”
Li ser pirsa "Gelo rêveberên Herêma Kurdistanê, ne Kurd in?", Osman Ocalan diyar kir: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê Kurd in, ji PKKê jî Kurdtir in. Pêwîst bû ku PKK van rastiyan bîne ber çavan. Madem ku Kurd e û zirarê dibînin, pêwîst e PKKê pêngavên xwe bihidûd biavêtana, rê nedana ku dagirker ji vê siyasetê feyde bibîne.”
Herwiha li ser pirsa "Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, pêşmergeyên wê hene, saziyên wê yên fermî hene, gelo li vir pêwîstiya wan bi PKKê heye?" Ocalan got: “Niha PKK li vir nîne. PKK hêzeke ne hikûmî ye, rêxistineke bi ser xwe ye, bi vî awayî dimeşe û wî bi xwe çalakiyên xwe çawa xwestibe, wan çalakiyan dike. Ji ber vê em dikarin bêjin ku Kurdistan ji vê siyasetê zirar dît û zirar berdewam e.”
Osman Ocalan dibêje: “PKK siyaseta ku heta niha dimeşîne, lazim e ku hemû Kurd mihasebe bikin, vê siyaseta PKKê qebûl nekin, vê siyasetê red bikin û PKKê bangî berpirsyariyê bikin, bi vî awayî PKK berpirsyar be û li gor wê bimeşe.”
Murat Karayilan di bersiva hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotibû ku “em ji şer natirsin”, li ser vê mijarê Osman Ocalan diyar kir: “PKK şerê navxwe naxwaze. Heta niha jî da xuyakirin, Murat (Karayilan) jî anî ziman, ew ne ligel şerê navxwe ne. Şerê naxwe dê zirarê bide, vê rastiyê dibînin û li gor wê dixwazin nerm bikin, siyaseteke şerê navxwe nemeşînin.”
Herwiha li ser pirsa "Gelo zirara ku PKKê daye Herêma Kurdistanê, bi qasî wê zirar daye Tirkiyê?" siyasetmedar Osman Ocalan destnîşan kir: “PKK zirar daye Tirkiyê jî, Kurdistanê jî û Kurdan zirar û ziyaneke bi giştî dîtin. Pêwîst e ku Kurd vê zirarê qebûl nekin û li dijî wê derkevin û red bikin. Pêwîst e Kurd nerazîbûna xwe li hemû şertan bînin ziman.”