Ji bo ku pîrek û zarok nemirin divê ku ev şer were sekinandin.
Pîrekên ehlê Sûrî yên ku di sala 2011an de ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe revîne û hatine li Tirkiyê sitirîne destnîşan kirin mexdûrên herî mezin ên şerê zarok û pîrek in.
Li Sûriyê ji ber şerê ku di destpêka meha Adara 2011an de dest pê kiriye û hêj jî didome bi hezaran însan ax û welatên xwe yên ku li wir hatine dinyayê mecbûr man terk kirin. Ji ber şerê dîsa wekê her şerê mexdûrên herî mezin zarok û pîrek in. Hinek ji wan zarokên xwe ji dest dan û hinek ji wan jî di nav şîn û girînê de mêrên xwe defin kirin.
Pîrekên Sûriyeyî yên ji ber ku ji welat û xizmên xwe dûr ketine xemgîn û kovandar in mexdûrên herî mezin ên şerê ne. Ev pîrekên ku ji welatên xwe dûr ketine û li bajarên cûr bi cûr sitirîne bi derfetên xwe di nav şert û mercên nelihevhatî de micadele dikin da ku jiyana xwe bidomînin.
Pîrekên ehlê Sûrî yên ku li noqteyên cûr bi cûr ên Entabê bi derfetên xwe hewl didin di nav kon, dikan û jêrzemînan de dijîn serpêhatiyên xwe yên ji şerê Sûrî havê ji ragihandin.
Sîhhan Bakkûra 44 salî ya ku 2 sal berê ji bajarê Heleba Sûrî reviye û bi mêrê xwe û 3 zarokên xwe ve li Dîlokê di dikanekî de bicî bûne diyar kir ew hêvîdar in ku şerê li Sûrî bidawî bibe.
Bakkur diyar kir ku xaniyê wan ê li Helebê di encama êrîşa warîlên bombeyî de xera bûye. Dûvre Bakkur wiha diyar kir: "Dema ku mala me ya li Helebê xera bû ez bi mêrê xwe yê nexweş û 3 zarkên xwe hatim Tirkiyê. Malbata min jî li Helebê ma. Em vê dikanê wek 300 TL kirê kir û em li vir sitirîn. Mirov nikare li vir bijî lê em çi bikin. Em mecbûrê vê derê ne. Ji xwe ji ber ku mecbûr in em hatine vira."
Zarokên min hînê vira nebûne, her tim dibêjin 'me bêriya Sûrî kiriye'
Bakkur diyar kir ji ber ku mêrê wê nexweş e û nikare bixebite ew mecbûr e zarokên xwe bide xwebatê. Dûvre Bakkur wiha diyar kir: "Li Helebê mala me xera bû. Heke roj were şer bidawî bibe û dûbare em biçin Sûrî dê ez dîsa xênî bistînim. Zarokên min hînê vira nebûne, her tim dibêjin 'me bêriya Sûrî kiriye.' Lê tu tişteke min li wir nema. Malbata me ji hev bû. Xuhayên min çûn Ewrûpayê. Di vê şerê de gelek pîrek bûn jinebî. Ew qas jî zarok mirin."
Hayat El Adla ku li Sûrî lawekî xwe ji dest daye û 5 sal berê hatiye Entabê di avahiyekî biçûk de bi lawê xwe yê nexweşê SSPEyê re dijî diyar kir ku ew mecbûr maye hatiye Tirkiyê. El Adl wiha diyar kir: "Em ji Helebê hatin vir. Beşar bombeyan diavêt ser gel. Lawê min ê mezin li Sûrî mir. Ji ber ku lawê min nexweş bû em hatin vir. Em hatin vê derê ku dermenên wî bistînin da ku tedawî bibe. Em çi bikin. Temamê Helebê xera bûye. Bûye kavil. Li vir ji Helebê çêtir e. Lawê min nexweş e. Nikare birêve here. Ne dikare rûnê û ne jî dikare birêve here. Ez wî radikim û didim rûniştin. Wî dizivirînim."
El Adl diyar kir ku mêrê wê boyaxkerî dike û ji ber ku zivistan e naxebite. Ew debara xwe bi alîkariyên ku xêrxwaz û saziyan temîn dikin.
"Ji şerê pêve pîrek û zarok mirin, jin bûn jinebî"
El Adl wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ez dixwazim ku êdî ev şer bidawî bibe. Ji şerê pêve pîrek, zarok extiyar û bihezaran însan mirin. Xaniyên wan xera bûn. Ji xwe em ji ber vê yekê hatin vira. Bila êdî ev şer bidawî bibe. Ji bo ku pîrek û zarok nemirin divê ku ev şer were sekinandin. Gelo guşnehê zarok û pîrekan çiye? Em bes dixwazin ku şer bidawî bibe. Ji roja şerê dest pê kiriye pîrek mirin, jinebî man û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Pîrek nizanin biçin kû derê. Mexdûrên herî mezin pîrek û zarok in. Lawê min nexweş e. Em bi vê şiklê çawa biçin Helebê. Ji bo ku pîrek û zarok nemirin divê ku ev şer were sekinandin."
"Şerê Sûrî gelek pîrekan kir jinebî û gelek zarok jî hêtîm û sêwî man"
Vahîde Hussoya ku 3 sal berê ji bajarê Kobaniya Kurdistana Sûrî bi mêrê xwe re hatiye li Entabê sitiriye destnîşan kir ku şerê Sûrî gelek pîrekan kiriye jinebî û gelek zarok jî hêtîm û sêwî mane.
Husso diyar kir ku li Sûrî mala wan hatiye bombebarankirin û li wir tu tişteke wan nemaye. Dûvre Husso wiha pê de çû: "Ji ber ku li Sûrî şer hebû 3 sal berê ez û mêrê xwe em ji Kobanê hatin vira. 2 lawên min û qîza min li Sûrî man. Em li vir sitirîn. Mêrê min di înşeatê de nobedarî dike. 3 sal e em li vir dijîn. Ez li vir nexweş ketim. Dûvre emeliyat bûm. Her tim bi vê şiklê rûdinêm. Zêde ranabin ser pêyên xwe. Ez nikarim birêve biçim. Dema ku li Sûrî şer dest pê kir em hatin vira. Lewra li Sûrî malên me dan ber bombeyan. Tu tişyekî me nema. Em niha li vir in. Em bendewar in ku şer bidawî bibe. Dê-bav û xizmên min li Sûrî ne."
"Dê em çi bikin ji roja jinan, bes em ketine derdê xwe"
Husso diyar kir ku wek pîrekên Sûrî ew 6 sal e ku kovandar û birîndar in. Dûvre Husso wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber vê şerê ku ne ya me ye hinek zarok mirin. Himek zarok man hêtîm û sêwî. Pîrek bûn jinebî. Li welatê şer çêdibe. Her roj însan dimirin. Em ne dawet û nejî îd dixwazin. Em tu tiştekî naxwazin. Dê em çi bikin ji roja jinan, bes em ketine derdê xwe."