Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî yek ji wan Seyda û mezinên kevintirîne ku di nav Kurdan de tê zanîn û kitêbên wî bi sed sala di medresên Kurdistanê de hatine xwendin. Weke Nubihara Biçukan û "Eqîda îmanê" ku di medrese û nav xelkê meyî musulman de bi sed salan hatine xwendin û gelê me dînê xwe ji van kitêba hîn buye, 'elimîye. Bawerîya bi Rebbe 'alemê, bawerî û naskirina rehber û serekê heq Resulê Xweda Hezretî Muhammed-Silavên Xweda lê bin-, Kitêba hîdayet, exlaqê baş û reçeta xelasîyê Qur'an, Limêj, rojî, Hecc û zika ji kitêbên Mela Ehmedê Xanî hatîne naskirin.

Li bal kitêbên wî, Em navê Seyda Ehmedê Xanî ji cîyekî din dibhîzin. Ew jî Seydayê mezin, Mucahidê 'ezîz, fîdaîyê İslamê Seyda Bedî'üzzeman Se'îdê Kurdî ye. Li gor di Tarîxçe-î Heyata Seyda Bedî'üzzeman de derbas dibe "Bedî'üzzeman weqta sêzde-çarde salîye, di quba Ehmedê Xanî de maye. Mela Ehmedê Xanî yek ji wan edîb û dahîyên Kurda ye ku Bedî'üzzeman di quba wî de maye. Carna bi şevan maye.  Ew quba Ehmedê Xanî ku xelkê ditirsîya di rojê de bikevê. Jiber vê xelkê ji Seyda Bedî'üzzeman re digotin: 'mezherî feyza Ehmedê Xanî buye' û ev kerametek didîtin." (Bedîüzzeman, Tarîxçe-î Heyat)



Jidayîkbûna Wî


Dibêjin navê bavê wî İlyasê kurê Rostem Beg e, navê dîya wî Nurê ye û ji 'eşîra Xanî ye. Nêzî bajarê Hekarî gundek bi navê "Bayê" heye ku hemu malbatên wî gundî ji 'eşîra Xanî ne. Wekîdî, kesên ji vê 'eşîretê li der û dorê Xoşabê, Wanê, Şemdînan, Şirnex, Gever, Cizîr, Zaxo û hin cîyên dinî li Kurdistana Başur hene. Bi îhtîmal Mela Ehmedê Xanî ji alîyên Hekarî(Colemergê) ye. Bavê wî ji vir çuye Bazîdê û vê malbatê jîyana xwe li wir domandine. Li wir di medresan de ders dane û bi cîh bune.

Dîsa li gor dîrokvan qeyd dikin "Xanî" navê yek ji 'eşîrên Kurda ye ku di wê dewrê de 180'ê malbatên wan hebune. Wek 'eşîra Ertoşî û Pînyaşîyan, Xanî jî 'eşîreke xwe bi xwe ye.

Hinek dibêjin Mela Ehmedê Xanî li Bazîdê, hinek dibên li gundê Xanî yê Hekarî hinek jî dibêjin li Xana Sê-gundan -ku girêdayî bi Hekarî ve ye- hatîye dinê.

 

Di dewra ku Ehmedê Xanî jiyana xwe têde borandîye tehsîl û xwendin li ser naskirina Rebbê temamê 'alem û milletan hatibu avakirin. İnsanan berya her tiştî rebbê xwe yanî ew zatê ku ew çêkirinê û lazime însan li gor emr û nehyê wî heyata xwe biborînin, nas dikirin û meqseda hebuna xwe û hatina dinyayê hîn dibun. Mela Ehmedê Xanî jî li ser vî exlaqî xwendîye û perwerde buye.

Li gor di nav xelkê me de bi devkî hatîye rîwayet kirin Mela Ehmedê Xanî li Bazîdê li medresa Muradîyye dest bi xwendinê kirîye. Pişt re li Camîyên Bazîdê xwendina xwe domandîye.

Di tedrîsata medresan de muderris sabit e belê feqe digerin. Mela Ehmed jî, ji boy 'ilmê, diçe Exlat, Bidlîs, 'Urfa û Cizîra Botan. Ev bajar di wan dewran de merkezên 'ilmê bun.

Ehmedê Xanî ji boy 'ilmê, naçe van bajaran bi tenê; belkî diçe Surîya, Misr û Stenbolê jî. Piştî tehsîl û 'ilmê xwe diqedîne, xilas dike dizîvire Bazîdê. Dest bi dersdayînê dike û medresê vedike, teleba ji kîsî xwe xwedî dike, feqîya radike. Libal dersdayînê Xanî, kitêbên xwe jî dinivsîne. Lewra kesekî dinav xizmet û xebatan de be îhyîyaca dibîne û ligor îhtîyaca li çareserîya digere. Mela Ehmed jî îhtîmal jiboy perwerdehîya feqe û xelkê wî rehet bibe kitêbên xwe yî bi qîmet nivsandine.

Kîtêb û Fîkrên Wî












Li ser wefata Mela Ehmedê Xanî di destê me de me'lumateke qet'î tuneye. Li gor Seccadî di kitêba xwe yî bi navê "El Edeb'ül Kurdî" de nivîsandîye, wî ji melayekî yextîyar 'elimîye ku, di kitêbeke bi navê Samadîyya de, tarîxa wefata Ehmedê Xanî bi hisabê ebcedê hatîye nivîsandin. Ku di wir de "Xanî firîyaye bal rebbê xwe" hatîye nivîsandin û ev jî beranbera sala 1706'an weya 1707'an e. Li gor em fêhm dikin Mela Ehmedê Xanî 57 sala jîyaye û gihîştîye Rebbê xwe. Li Bazîdê wefat kirîye û mezelê wî jî li wir li rojhilata kelha İshaq Paşa zîyaretgaha xelkê ye. Li bal gora wî mizgeftek bi navê Mela Ehmedê Xanî heye. Xweda Rehma xwe lê bike û me jî ji xizmet û xebata İslamîyetê merhum neke.