Kurdî Hîn bibin

Ji bo dersên Kurdî hûn dikarin li ser van rûpelan hîn bibin.

http://www.batmangundem.com/kategori/kurtce.html

      ELFABE

Were fêr be gula dil!
Gula dilê tijî 'kul!
Were fêrî kurdî be!
Dûrî hemû derdî be!
Fêr bibe tu Alfabê!
Bi zimanê bav û dê!

A, a
A, bêje tu wekî av
Ax û ala û alav

B, b
Bê, wekî bira û bav
Bide bavê tu silav
Baş be di gel birayan
Bi tore be li ba wan


C, c
Cê wek cante û cilik
Conî, û corn û camik
Cano  cante hilîne!
Coher, qeleman bîne!
Cûcikekê bikşîne!
Perrê wê bineqşîne!


Ç, ç
Çê wek çem û çîmen e
Çinar li dor çêm hene
Çav û çeng,* çok û çene
Endamên leşê te ne


D, d
Dê dest û didan û dev
Paqij bişo roj û şev!
Pê pirçe û didanşo
Dev û didanan bişo!

Dem û dilê dayîkê!
Destî bide xayîkê!
Tev herrin dibistanê!
Nas bikin Kurdistanê!
Fêr bibin zimanê dê!
Bixwînin xweş alfabê!

E,e
E, bêje wekî Erez!
Min got û dibêjim ez
Ê, ê
Ê, wek êzing û êvar

Êzdî Kurd in li Şengal

F, f
Fê wek, fêrgeh û fêrkar
Kurdî fêr be tu her car!
G, g
Gê wek gul û gulfiroş
Ji gulê tê bêhna xoş

H, h
Hê wek Hêdî* û Hawar*
Heval, Hogir û Hevkar
Hirmî, hejîr û hinar
Di havînê têne bar
I,i
I, herwekî istiran
Yan istêra li esman
Î, î
Î, herwekî înîyê
Ew tê li pêş şemîyê

J, j
Jê wek jîn û jîyanê
Jîn xweş e gel vîyanê
K, k
Kê wek Kurd û Kurdistan
Kurd namîne li, jêrdestan

L, l
Lê herwekî lêv û lam
Li rû ew in du endam
M, m
Mê wek masî û mase
Mezinên xwe binase!
N, n
Nê herwekî Newroz e
Newroz bo me pîroz e

O, o
O herwekî ordekê
Wek orîna çêlekê
P, p
Pê herwekî pişk û par
Pembo, pîzav û pincar

Q, q
Qê qelem û qelemdan
Dengê qaz û qulingan
R, r
Rê wek roj û rojhelat
Ronî hat, reşî helat
Rojabaş ronahîya çavan
Rastîyê bêje li, her gavan

S, s
Sê, wek sênî, semawer

Wek sîng û sermil û ser
Ş, ş
Şê şeh û şimik û şal
Şev û şevçira û şemal
Şevbihurk û şevşahî
Şemalkan da ronahî

T, t
Tê wek tîrêja tavê
Tarî nema li navê
U, u
U wek uro* ez kurdim
Ji bo kurdînîyê dimrim

Û, û
Û wek tûr û dûr û nûr
Rûbar hene gelek kûr
Wekî Zê û Avaşîn
Dicle û Furatên rengîn

V, v
Vê wekî vik û vala
Velez nagihên hevala
W, w
Wê wekî welat û Wan
Ew welatê me Kurdan

X, x
Xê herwekî xebat e
Xêr û xweşî û xelat e

Y, y
Yê yad û yadigarî
Yekî, yekîtî û yarî
Yek bin yek û yek bigrin
Yêkatîyê ra şagird bin

Z, z
Zê wek Zerî û Zîn e
Zimanê me zengîn e
Hey gulên gulistanê
Şagirdên dibistanê

Hûn fêr bûne alfabê
Bi xweş zimanê dadê
Vêca fêr bin rêziman
Silav li we şagirdan

(Perwîz Cihanî)