Li Kercewsê Qeza 1 Mirî 4 Birîndar

Li Kercewsê qeza. Li gundê Merwaniye ( Akyar ) wesayitek li ser riya gund ji rê derket. Wesayita bi plaqeya 34 BEA 11 ku Şevket Atiç dajot qeza derbas kir ku ji rê derket keta nav keviran.
Di vê qezayê de kesekî can da. Çar kes jî birîndar bûn rakirine nexweşxaneyên Kercewsê û Heskîfê. Ji van çar kesên ku birîndar in 2 kes rewşa wan giran e.


NAVÊN WAN HATE DIYAR KIRINDi vê qezayê de navê  kesê ku miriye û ên ku birindar bûnê hate diyar kirin
Mirî: Şükran Atiç. 56 salî bu. Di qezayê de birîndar bu pişt ra rakirine nexweşxaneya Kercewsê lê li wir can da.
Birîndar: Şevket Atiç, Emir Sefa Damla, Nazan Damla