Newroz Nevroz Nevruz

Wateya Newrozê çi ye, navê Newrozê ji kur tê.

Wateya Newrozê   Her sal roja 21 adarê ku wek serê sala nû ya kurdî û arî tê pîrozkirin.   Meha yekem ji salnameya kurdî an ya an îranî (ji 21 adarê ta 20î nîsana zayînî). berfbizêk, gula Iris persica   Herwiha weke van peyvan jî li devernan te îfade kirin.   nevroj nevroz nîroj nîroz nûroj nûroz nûvroj neweroc   Hinek gotinên pêşiyan ji ku li ser Newrozê ne hene.     Newroz, xilas bû dew û doz, ne dibe herî ne dibe toz Newroza siltanî, dargopala xwe hilanî bihar û zivistan ji hev deranî Newroza siltanî, landika sava bibe ser xanî, tu êş nagihên laşê xwedanî Newroza siltanî, dargopala xwe hilanî, sala kevn û teze ji hev deranî Newroz ecêb roj   Navê newrozê ji ku tê     Berê forma serdest di kurmancî de "nevroz" bû, ne "newroz". Ev ne ji bandora tirkî bû (di tirkî de "w" nîne) ji ber ku li deverên kurmancîaxiv yên derveyî Bakurê Kurdistanê jî wisa dihat gotin. Heta di stranên stanbêjên me yên ku kurdiya wan gelek baş bû, wek Eyaz Zaxoyî û Erdewan Zaxoyî de jî, peyv "nevroz" bû, ne "newroz". Lê van salan ji ber tesîra soranî her kes peyvê wek "newroz" dinivîse (di soranî de "v" bi xwemalî nîne).   Du sedemên nivîsîna peyva "nevroz" wek "newroz"ê hene:   prestîja zaravaya soranî di nav kurmancan de: forma soranî qaşo "kurdîtir" e nivîsîna peyvê bi yek yan çend herfên ku di zimanê tirkî de nînin (w) daku kurd "baş bidin diyarkirin ku nevroz ya wan e, ne ya tirkan e û heta bi zimanê tirkî ne mimkin e ku were nivîsîn jî". Herdu sedem jî fehmbar in lê yek jî ne zanistî ye.   Êtîmolojiya Newrozê "Nava Roaca" li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di pirtûka Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj     Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.     Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine.   Taybeta "Roja Nû" Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere.     Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina şeytên(ehrîmen), girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.   Wateya Newrozê çi be bila bibe Newroza we pîroz be. Roja we bi xêr û bereket be.