Pişta Xwe Nedin Dewletê

2 jinên fermanber ku yek jê kurd û yek jî tirk e, piştî derbeya 15ê Tîrmehê ji kar hatin avêtin. Lê wan ev yek ji xwe re nekir derd û bi hev re xwaringeha mezeyê vekirin. Ew bang li fermanberên ji kar hatine avêtin dikin û dibêjin; ger hûn jî bixwazin bêyî ku pişta xwe bidin dewletê dikarin debara mala xwe bikin.


Serap û Selma beriya 4 mehan jî fermanberên dewletê bûn. Lê ew bi Biryarnameya Di Erkê Qanûnê de ji kar hatin avêtin. Ji ber vê yekê herdu jinan mil dan hev û bi hev re li Amedê  xwaringeha mezeyê vekirin.


Selma Atabey ku beriya ji kar bê avêtin hemşîretî dikir, di heman demê de Hevseroka Sendîkaya Tenduristiyê SESê bû. Ew dibêje bi vê xwaringeha biçûk bêyî mineta dewletê debara mala xwe dikin.


Xwediya Xwaringeha Mezeyê Selma Atabey ji Rûdawê re wiha got: "Ez 22 sal hemşîre bûm, li nexweşxaneyê dixebitîm. Çar meh in ez ji kar hatime avêtin. Min jî bi hevalê xwe re axivîm, me karekî wiha peyda kir. Karê me niha xweştir e. Ez dixwazim kî ji kar bê avêtin bila ji xwe re karekî nû ava bikin. Her tişt bi dewletê nîn e û bila kes pişta xwe nede dewletê."

 

Şirîka Selmayê Serap Kiliç jî bi eslê xwe tirk e û li Stenbolê jidayik bûye. Ji ber ku di dema fermanbariya xwe de ji Amedê û kurdan hez dike, piştî ji kar tê avêtin jî dev ji Amedê bernade.


Xwediya Xwaringeha Mezeyê Serap Kiliç jî got: "Ez ji Stenbolê me. Berê ez li Edîrneyê fermanber bûm. Piştre tayîna min ji bo Amedê derket. Ez bi dilê xwe hatim Amedê. Piştî salek û nîv li Amedê ez ji karê fermanbariyê avêtin. Ji ber ku ez endama sendîkayê bûm, jin bûm, û sosyalîst bûm ji kar hatim avêtin. Piştî ez ji kar hatim avêtin, min dikaribû vegerim Stenbolê. Lê ji ber ku min ji dilgermiya Amedê pir hez kir, ez ji Amedê veneqetiyam. Min dev ji vê derê berneda."


Gelek Amedî ji bo ku piştgirî bidin van herdu jinên ji kar hatine avêtin, mezeya xwe ji vê xwaringehê dikirin. Ew dibêjin, tama mezeya ji destê van herdu jinan tê çêkirin gelek xweş e.


Muşteriyê bi navê Mihemed Işik jî anî ziman: "Pir bi lezet e. Yê ku bala min kişand pir cihê ye. Destê wan sax be."


Muşterî Baran Vural jî got: "Ez dixwazim hemû gel zêde bê vê derê, bibin alîkar ji hevalan re û xwarinên xweş jî tam bikin."


Serap û Selma digel ku ji neteweyên cuda ne jî, bi şirîkatiyeke dilsoz hewl didin mexdûriyeta ku dijîn ji holê rakin. Ew gotineke bav û kalan jî bi bîr dixin; divê mirov pişta xwe bi destê xwe bixurîne.