PÎRA CADUKAR Û DÎKIL AXA

DÎK Û PÎRÊ

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran..

Rojek ji rojan, pîreka cadûbaz û dîkekî wê hebû.

Rojekê pîrê gava mala xwe dimalişt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, şûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar li Dîko xist, xist,xist. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû çû, rastî kerekê hat. 


Kerê bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Kerê got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa, dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa!
Kerê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan, payiz çû ma zivistan,Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Kerê got:
- Ez jî bi te re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!



Dîk û ker bi rê ketin, çûn çûn rastî marekî hatin.
Mar bang kir, got:
- Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Mar got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa, dermaliyê Badil Axa, fermanîyê Satil Axa!
Marî got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan, payiz çû ma zivistan, Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Mar got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!



Dîk, ker û mar bi rê ketin, çûn çûn rastî sila rîxê hatin.
Sila rîxê bang kir, got:
- Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Sila rîxê got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa, fermanîyê Satil Axa!
Sila rîxê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan,payiz çû ma zivistan, Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Sila rîxê got:
- Ez jî bi we re werim?

Dîko got:

- Baş e, were! 


Dîk, ker, mar û sila rîxê bi rê ketin, çûn çûn rastî dûpişkekî hatin.
Dûpişk bang kir, got:
- Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Dûpişk got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa!
Dûpişk got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan, payiz çû ma zivistan, Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Dûpişk got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!


Dîk, ker, mar, sila rêxê û dûpişk bi rê ketin, çûn çûn rastî gindorekî hatin. Gindor bang kir, got:
-Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Gindor got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa!
Gindor got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,diçim berr û berristan,payiz çû ma zivistan,Ez ê bînim eskerekî giran,ser pîra du diran,ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Gindor got:
- Ez jî bi we re werim? 
Dîko got:
- Baş e, were!


Dîk, ker, mar, sila rêxê, dûpişk û gindor gîhîştin hev, gotin de îcar em herin ser pîra du diran. Çûn çûn ber deriyê pîrê. Êvar bû tarî ketibû erdê.

Gindor rabû çû ser banê xênî, mar çû hundur, xwe li stûna nava malê aland. Dûpişk çû xwe di refikê de teland. Sila rêxê xwe di tifikê de melisand. Ker çû li ber deriyê derva xwe veşart.

Pîra cadûkar ji derva hat mala xwe ku karê xwe yê êvarê bike. Hundur tarî bû. Berê xwe da refikê ku çira xwe vêxe. Destê xwe avêt refikê, dûpişkî bi pêçîka pîrê veda. Pêçîka pîrê jan da. Çû ber tifikê, ariya agirî veda ku agir dade, destê wê ket sila rêxê. Nezanî çi pê hat, bi tirs destê xwe avêt stûnê, mar bi destê wê veda. Pirê bi jana dest û tirsa dilê xwe baz da derva. Ku hat ber deriyê derva, kerê zîtirek li pîrê da. Pîra cadûkar pengizî derva ber dîwêr. Gindor ji banî de xwe berra ser laşê pîrê da, gurmînî ji laşê wê anî. Pîrê nema zanî ku çi bike, hema dawa xwe xist devê xwe û di wê tarîyê de berê xwe da çolê û baz da. Çû, çû, çû û nema vegeriya. Mala pîrê bi Dîko ma. Kêfa Dîko hat. Wî sipasiya hemî hevalên xwe kir. 

Çu ser banê xênî û got: Kî kî rî kî te ki re bi min bike min bi te kir.

Çîroka me li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran!