Roja Dîrokî Giştpirsiya Serxwebûnê Dest Pê Kir

 Li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îro 25-09-2017, ji bo giştpirsiya serxwebûnê diçin ser sindoqan.

Îro li Başûrê Kurdistanê rojeke dîrokî ye. 100 sal bi ser peymana parçekirina Kurdistanê, Sykes Pîcot re derbas bûn. Kurdistana Başûr îro ji bo guhertina dîroka 100 salî gaveke pir giring diavêjin. Dê bi giştpirsiya îro gel biryara derbarê serxwebûn û avabûna dewleta Kurdistanê de biryarê bide.

Proseya dengdanê li Başûrê Kurdistanê wiha ye:

Dengdêrên Başûrê Kurdistanê dê li gorî dema Hewlêrê di navbera demjimêr 08.00 - 18.00ê de dengên xwe bikar bînin.

Dengdêr dê dengên xwe yên "erê" yan jî "na" ji bo vê pirsê bikar bînin: "Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe?"

 Giştpirsî dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Kerkûkê û herwiha navçeyên Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şingal, Mexmûr, Tilkêf, hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê proseya dengdanê birêve biçe.

Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn dê bikarin li ser sîstema elektronîkî dengên xwe bikar bînin.

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li navçeyên nakok 5 hezar, bi giştî dê li 12 hezar navendan deng werin bikaranîn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan beriya niha eşkere kiribû, ku bi tevê navçeyên Kurdistanî yên nakok, dê zêdetirî 5 milyon 200 hezar kes xwediyê mafê dengdanê be.

Serok Barzanî dengê xwe bikar anî


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê dengê xwe bikar anî.

Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê proseya denganê îro li gorî dema Hewlêrê 08.00ê dest pê kir.

Serok Barzanî jî li Pîrmamê deng da. Di dema bikaranîna deng de hejmareke zêde yê rojnamevanan li bingeha dengdanê amade bûn.

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li heman bingehê dengê xwe bikar anî.






Qubat Talebanî li Silêmanî deng da

 

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li Silêmaniyê dengê xwe bikar anî.

Talebanî piştî dengdanê ji rojnamevanan re got: "Me proseyek daye destpêkirin. Em ji cîranên xwe ji dostê xwe û ji Iraqê dixwazin me fêm bikin."






Bi dehol û zirne çûne ser dindoqan

Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê proseya denganê îro li gorî dema Hewlêrê 08.00ê dest pê kir. Li Kerkûkê xelk bi dehol û zirneyan çûne ser sindoqan.

Li seranserê Başûrê Kurdistanê proseya denganê li gorî dema Hewlêrê 08.00ê dest pê kir. Di serî de li Kerkûk, Xurmatû û Mexmûrê, li hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gel bi coş û xiroş berê xwe didin navendên dengdanê.

Li Kerkûkê hemwelatî bi dehol û zirneyê çûne ser sindoqan. Peyamnêrên Rûdawê li li hemû bajar û navçeyan proseyê dişopînin. 






Gelê Kurdistanê di nobeta serxwebûnê de ye

Piştî ragihandina biryara giştpirsiyê heta niha, li Kurdistanê û derveyî welat ji bo piştgiriya serxwebûnê aheng û festîvalên mezin hatine sazkirin. Herwiha, gelê Başûrê Kurdistanê bi coş û xiroşeke mezin roja giştpirsiyê pêşwazî dikin.

Li hemû bajarên Kurdistanê, hejmareke zêde yê hemwelatiyan, ji şevê din ve li kolanan û li pêşiya navendên denganê nobetê digrin.

Ji duh ve, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdeyên kurd bi rêya peyaman ji gel daxwaz dikin ku herin sersindoqan û dengê "erê" bidin serxwebûnê.

Tora Medyaya Rûdawê ji bo rûmalkirina hemû proseya dengdanê amadekariyeke berfireh kiriye. Hûn dê bikarin kêlî bi kêlî nûçeyên derbarê giştpirsiyê de li Rûdawê bişopînin.