Serok Barzani: Bi xwînrêtinê pirsgirêk çareser nabin

Birêz serok Mesud Barzani di der heqe Kurdistanê de wiha got: Rewşa niha encama şikestineke 15 salî ye

Serok Barzanî derbarê rûdanên li bajarên Iraqê  de got ku rewşa niha encama şikestineke 15 salî ye û li ser nîqaşên guhertina destûrê jî diyar kir, “Nabe guhertina destûrê bi paşvekêşiya ji mafên gelê Kurd û pêkhateyên din pêk bê.”

Serok Mesûd Barzanî derbarê xwepêşandanên li bajarê Iraqê û herwiha rewşa wî welatî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dilgiraniya xwe li hember rûdan û rewşa niha ya Iraqê aniye ziman û diyar kiriye ku ev geşedan, “ne yên îro encam û komkerên şaşiyên 15 salan in”.

Serok Barzanî dibêje, “Xelkê êş û janeke zêde kişandiye û mafê hemwelatiyan e ku daxwazên xwe hebin û nerazî bin. Ji bo wê yekê pêwîste gûh bi daxwaziyên xelkê bê dayîn.” Serok Barzanî tekez jî kiriye ku bi tundutîjî û xwînrêtinê pirsgirêk çareser nabin.

Herwiha Serok Barzanî destnîşan kiriye ku yek ji grîftên Iraqê cîbicînekirina destûrê ye û diyar kiriye, “Eger destûr weke xwe hatiba cîbicîkirin, gelek ji wan pirsgirêkan nedibûn ku berê û niha jî hene.” Di peyam xwe de Serok Barzanî dibêje, “Ji aliyeke din ve sedema hûriya rewşa niha yasaya hilbijartinê ye û ji bo nemana sedema girîftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirê daxwaza rastîn û dadperweraneya hemû pêkhateyan be.”

Derbarê daxwazên li ser guhertina destûrê jî Serok Barzanî diyar kiriye ku bi raya an jî bi zorê guhertina destûrê nabe û diyar kiriye ku tekez kiriye ku nabe guherîna destûrê bibe paşvekêşiya ji prensîbên demokrasiyê û paşvekêşiya ji mafên gelê Kurd û pêkhateyên din.”

Serok Barzanî diyar kiriye ku sîstema demokrasiyê di berjewendiya xelkê de ye û gotiye ku divê her guhertinek jî li ser bingeh û çarçoveya yasa û mekanîzmên destûrê de be.