Serok Barzanî Bi Ala Kurdistanê Hat Pêşwazî Kirin

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro hat  Stenbolê. Wexta Serok Barzanî gihêşte firokxaneya Ataturk ya Stenbolê ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin.


Li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê bo pêşwazîkirina li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî Ala Kurdistanê hilda.


Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Qesra Mabeynê qebûl kir.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Hat diyarkirin di hevdîtinê de dê serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê, operasyona Mûsilê û Reqayê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de tewerên sereke yên civînê dibe.



Piştî vê civînê Serok Barzanî îşev gihîşt Enqerê paytexta Tirkiyê û dîsa bi ala rengîn hat peşwazî kirin. Serok Barzanî sibê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive.
Di pêşwazî kirina Serok Barzanî de çima ala Kurdistanê hat hilda kirin zahf kesan nerazîbûna xwe nîşan dan. Li ser twitterê Kurdistan bu TT.  Heta vêga nêzîki çil hezar peyam hatiye şandin.