Serxwebûna Kurdistanê
KurdistanKurdistan (Dengdani/kʊrdɯstɑːn/), welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e. Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.
PeyvnasîNavê kevnNavê Kurdistanê ya qedim Kardox bû.bi yewnanî: Κορδυηνή Kordyinî,bi îbranî: קרטיגיני, Kirtîgînîbi ermenî: Կորճայք, Korçayk
Li kelaka Kardoxê sumeriyan li welatê kurdan re digotin Kur-a, Gutiyum û Welatê Karda elamîtan jî Kurdasu, akadiyan jî Kurtey asûriyan jî Kurtî û babîliyan jî Qardo digotin Romiyan jî Corduene bikarandin.
Navê dema ereban
nexşeya Ibn Hewqalê kû welatê Kurdan reh dikî. (PZ. 977)
navê naxşe "Nexşeya Cîbalê" ji (Rojhilat/Bakurê çiyayên Mesopotamyayê) "Kû Kurd ji tavistan û zivistanê dimînin" reh dikî.
Dema (Misilman) Ereban erdên Ariyan feth kirûn, wan jî welatê kurdan re digotin Ard'ul Ekrad (Axa Kurdan) û Bilad al Ekrad (Warê Kurdan) dûra dema oẍiz hatin rojhilata navin wan jî navê erebî dewam digotin.
Navê ankaBerê selcûqîyan Matthiasê Edessayî ji li dîrokname ya Ermenî ye da navê K'rdstanac dayen hêremeke nav Amed û Siverekê.
Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye karanîn. Selcûqiyan navçêya Bahar, li başûrê Hamedan bi Kurdistan navkiribûne. Gorî Şerefxan Herêma mîrgeha Melkişî, Dêrsim, ji aliyê herkesî ve wek Kurdistan dihat nasîn.
Dîrok
Dîroka Kurdistanê
Nexşaya ke Mahmud Qaşqarî pirtûka Divânu Lügati't-Türk ta xêz kirî. (11. sedsal) Le ser nexşeda Axa Kurdan (Ard'ul Ekrad) lêkirî yê.
Nexşeya Qaşqariyê bi tirkî, wira da jî navê Kurdistanê bi Kürt Ülkesi lêkirî yê
Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.
Eger em bixwazin bi avayekî zanistî û li gor datayên şûnwarnasiyê ji dîroka Kurdistanê re binêrin gelek tiştên nû eşkere dibin. Li gor Projekta Şûnwarnasiya Zagrosa Navendî (CZAP) Kevintirîn cih li rojhilata Kurdistan û Îranê gundê Şîxawa (Sheikh-e Abad)ê ye li parêzgeha Kirmaşanê ku dîroka wî vedigere 9810±60 berî zayîn an 11825±60 sal berî niha. Lewra dîroka şaristaniyeta Kurdistanê gelek kevintir e ji Împeratoriya Medya û hatina gelên biyanî bo Kurdistanê.
Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.
|
|
|
|
Erdnîgarî
Bajarên Kurdistanê
Kurdistana sor
Bakurê Kurdistanê
- Amed
- Agirî ( Bazîd) (Patnos)
- Wan
- Colemêrg (Gewer)
- Şirnex (Cizîra Botan), (Silopî)
- Mêrdîn (Nisêbîn), (Qoser)
- Dêrsim
- Semsûr
- Sêrt
- Bedlîs (Tetwan)
- Mûş
- Erzîngan
- Çewlig
- Riha (Wêranşar), (Sêwreg)
- Xetay (Îskender)
- Gurgum
- Îdir
- Qers
- Erzirom
- Sêwas
- Meletî
- Erdêxan
- Êlih
- Dîlok
- Xarpet (Elezîz)
Başûrê Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê
- Mehabad
- Sine
- Îlam
- Kirmanşan
- Wirmê (Urmiye)
- Hemedan
- Xuremabad
- Şarîkurd
- Dêzful
- Kazrun
- Miyanduaw
- Kamyaran
- Mako
- Banê
- Serdeşt
- Gûrgan
- Kurdkoy
Rojavaya Kurdistanê
Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê.
Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.
Beşên KurdistanêBakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.
Başûrê Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.
Rojhilata Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye.
Rojavaya Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.
Dînên kurdan
Li Kurdistanê gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, zerdeşt, xiristiyanî, cihû û çend olên din hene.
Berê Îslamiyetê piraniya kurdan li ser dînê Zerdeşt bûn navê dînê Zerdeşt Behdîn e, piştî ku Îslam li Kurdistanê hate belakirin piraniya kurdan bawerî pê anîn û bûn misilman.
CivakPirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî (fars), azerî (ecem), ermen, ereb, tirkman û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.
Pêkhateya neteweyîya rûniştvanên Kurdistanê (1995) [11]%Kurd 85,9%Tirk 5,3%Ereb 3,6%Ecem 3,1%Fars 2,9%Asûrî 2,2%Ermen 1,5%Tirkmen 1,4%Neteweyên din 4,1%
Ala
Alaya KurdistanêAlaya kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev alaye di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kevnên Kurdan de çevenga vejînê ye.[12] Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne an jî Newrozê nîşan dide.
Wateya rengan
Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîne. Nîşana rojê di dîroka Kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kurdan, wek Yezdaniyê de, çevenga vejînê ye. Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwere demsala Biharê jî têne. Rengê sor, xwîna Şehîd/Pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramî ya gelê Kurd sembole dikê.
Kesk | Surişt û xwezaya Kurdistanê | 100-0-89-60 | 29 8C 00 |
Sor | Xwîna şoreşgerên Kurdistanê | 0-100-100-0 | FF 00 00 |
Zêr | Ronahî û azadî | 0-25-100-0 | FF C0 00 |
Spî | Aştî | FF FF FF |
Di dîrokê de alayên rexistinên Kurdistanê
Di Kurdistanê de alên curbecur hatin bikaranîn û tên bikaranîn lê biryareke li ser bikaranîna aleke neteweyî tuneye.
Ala Siltaniya Eyûbiyan(1171? 1260)
Ala Şahiya Zend (1750 ? 1794)
Ala Mîriya Soran (1816?1835)
Ala ku di Serhildana Koçgiriyê de hatiye bikaranîn (1920)
Alaya Keyaniya Kurdistanê (1921-1924,1925)
Alaya Komara Agiriyê(1927-1930)
Alaya Komara Mehabadê(1946-1947)
Sirûda netewîSirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.
Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) ve di sala 1946'an de hat nivîsandin. Ey Reqîb ji aliyê Dildar ve bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'an de di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.
Ey Reqîb, bi soranî
Ey Reqîb Ey reqîb her mawe qewmî kurdziman Ême roley rengî sûr û şorriş în Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr Ême roley Mêdiya û Keyxusrew în Lawî Kurdî her hazir u amadeye |
Ey Reqîb, bi kurmancî
Ey Dijmin Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman Bila kes nebêje kurd dimirin, Em kurd in rengê sor û şoreş in Em kurên Medya û Keyxusrew in Çend hezar lawên kurd ên şêrdil Lawên wî niha jî hazir û amade ne Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxwasan |
Bi rengê marşê
Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman Kes nebê Kurd dimirin Em xortên rengê sor û şoreş in Kes nebê Kurd dimirin Em xortên Medya û Keyxusrewin Kes nebê Kurd dimirin Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran Kes nebê Kurd dimirin Xortên nûh tev hazir û amade ne |
Ey Reqîb, bi hewramî
Ey Raqîb Ey reqîb her, menen mîlletî kurd ziwan |
Ey Reqîb, bi kirmanckî/zazakî
Ey Raqîb Ey reqîb her mendo qewmê kurdziwanî |