Seydaye Evine Melaye Ciziri

Melayê Cizîrî (1564-1640)

 Navê Mela yê rasteqînî Ehmed, navê bavê wî Mihemed e. Du leqebê wî yê navdar hene: Yek jê "Mela" ye ku me wateya vê bêjeyê da diyarkirin. Helbestvanê me di nav Kurdan de bêtir bi vê leqebê tê naskirin. Jixwe ew jî di Dîwana xwe de bi piranî vê leqebê bi kar tîne. Ev leqeb carina bi şiklê "Melê" jî tê dîtin. Leqeba wî ya din "Nişanî" ye. Bo nimûne di malika dawîn ji qesîdeya xwe ya bi beşavenda "b" ku bi "Destê qudret.." dest pê dike wiha dibêje:


 Were nîşanê Nişanî de wixu bê perde seher.


Tîpa "î"yê ya di dawiya NiŞanî de qertafa pêwendiyê ye. Wateya "nişan"ê di Kurdî de hedef û dawer e. Li gor vî, helbestvanê me ya jibo ku xwe hedefa tîrên iŞqê hesab kiriye, yan jî xwe wekî sembola işqê dîtiye vê leqeba han bi kar aniye.


Ciyê jidayikbûn û mirina Mela Cizîr e. Li gor raya ku tê tercîhkirin, nêzikî di sala 1564-an de hatiye dinê û di sala 1640-an de miriye.Cizîrî li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û xwendina xwe di medreseyên herêmê de domandiye.Wekî feqiyê din berê wî jî di medresan de îlmê Erebî û Îslamî xwendiye. Îcazeta xwe ya îlmê li gundekî dora Diyarbekir bi navê "Setrabas" li cem Mela Taha girtiye û demekê li vê herêmê li gundê "Serba" melatî kiriye. Piştî melatiya xwe ya li vî gundî, çûye Heskîfê, li wê derê bi dersdanê mijûl bûye û icazet daye gelek mela.


Melayê Cizîrî ji boy tehsîla edebiyatê, felsefe û stêrnasiyê çûye Bexdayê. Li wê derê ji aliyekî ve berhemên helbestî û wêjeyî yên nivîskarên Ereb û Farisan nas kiriye, ji aliyekî ve jî Erebî û Farisiya xwe pêşva biriye û gihaŞtiye wê derecê ku van her du zimanan jî wekî Kurdî bi pisporî hîn bûye û êdî karibiye wekî Kurdî bi van her du zimanan jî helbestan bibêje û berheman binivîse. Jixwe yekê ku ji serî heta dawîn li Dîwana wî binêre ew ê bi hêsanî pisporiya wî di van her du zimanan de bibîne.


Hinek helbestvanên Kurd ên dema klasik digel ku ji her alî ve mîna Kurdî di zimanê Erebî û Farisî de pispor bûne, helbestên xwe bi zimanê xwe gotine û berhemên xwe bi zimanê xwe nivîsandine. Yek ji wan helbestvanan Cizîrî ye û yek ji wan berheman jî Dîwana wî ye. Li gor ku seydayên me yên medresan ji me re dibêjin, di eslê xwe de helbestên ku Cizîrî gotine bi qasî 40 cildan bûne. Lê gelek heyf ku ji wan helbestan -li gor jihevcudatiya nusxeyên Dîwanê- bi tenê bi qasî 2000 malikan (125 qesîde) gihaş- tine roja me.


Cizîrî di Dîwana xwe de Kurdîyek pir wêjeyî bi kar aniye û cih daye gelek bêje, term û malikên Erebî û Farisî. Ji bo vî, yekê ku digel Kurdî di Erebî û Farisî de jî ne pispor be, jê re fêmkirina Dîwanê û wergerandin û şîrovekirina helbestên Dîwanê ne mimkûn e. Heta zanîna van zimanan jî bi serê xwe bes nîn e. Divê mirov wêjeya tesewifê, peyv û termên vê wêjeyê nas bike û digel wateyên zahirî, wateyên wan ên batinî ji fêm bike.


Derbarê Dîwanê:  Ji aliyê ziman û huner ve Di Dîwanê de diyalekta Kurmancî û bi giranî şêweya Botanî hatiye bikaranîn. Di dîroka helbesta Erebî de niqteyeke balkêş ev e, ku helbestvanên Ereb diyalekta wan çi dibe bila bibe, helbestên xwe bi diyalekta "Kureyşî" gotine. Ango xwestine di helbestê de diyalekta Qureyşî bibe diyalektekê muşterek. Lewra beriya Islâmê hakimiyeta aborî, bazirganî û olî di destê Kureyşiyan de bû. Em dibînin ku wêjekar û helbestvanên Kurd mîna Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran jî xwestine ku Kurmanciya Botan bibe zimanê wêjeyî û helbestî. Çikû di qirnên ku van helbestvanan tê de jiyane Cizîra Botan, bi taybetî Cizîr hem ji aliyê aborî, bazirganî û civakî; hem jî ji aliyê zanistî û wêjeyî ve navendekî pir girîng bû. Di Dîwanê de Zimanekî pir wêjeyî hatiye bikaranîn. Dîwan bi Kurdî ye lê gelek bêje û termên Erebî û Farisî jî tê de hene


Li gor ku me ji seydayên xwe yên medresa bihîstiye helbestên ku Melayê Cizîrî gotine nêzike 40 cild bûye. Lê ji van helbestan bi tenê nêzikî 2000 malik îro di destê me de ne ku ev jî bi saya seyda û feqiyên me yên medresan gihaştine vê rojê. Ango beriya her kesî seyda û feqiyên me van helbestan nivîsandine, bi dengê we yên xweş xwendine, di nav gel de belav kirine, bi şiklê destnivîsaran civandine û piştî demeke dirêj teslîmî hinek rojhilatzan û rewşenbîrên ku xwestine li ser helbestên Mela û Dîwana wî xebat bikin, kirine. Ji ber vî qasî îro rewşenbîrên Kurd ji wan seyda û feqiyên xwe re çiqas sipas bikin û deyndariya xwe ji wan re nişan bidin dîsa hindik e.


Di vê taqê di vê xanê, me 'eyş û eymenî kanê?

Kesê dest dit ji dewranê,nihalik wê gulistanê

Der ağûşeş çû mîared, ki ez dil caneş bispared

Ceres firyadi mîdared, ki ber bendîdi mehmilha


1) Bu gökte ve bu handa, bizim için hayat ve güven nerede?

2) Kim dünyada elini bir fidana uzatsa bu gül bahçesinde

3) Tam bağrına basıp ona ruhuyla sarılmak istediği sırada,

4) "Göç zamanıdır yükleri bağlayın" diye çan feryat koparmakta.


Me ra ji ewel çi bir xamî, kişand axir bi bednamî

Ji rengê Se'diyu Camî, ji şöhret pê hisîn 'amî

Bi deng û bang û awazî, dibêjit naxmeya sazî

Nihan key manedan razî, kezu sazendi mehfilha


1)Kalem önce benim için ne yazmış-tı ki sonra kötü yazdı adımı?

2) Sa'dî ve Camî'nin aşkı gibi, halk duydu benim de ünlü aşkımı.

3) Sazlı şarkı yüksek sesle bu aşkı dile getiriyor.

4) Meclislerde konuşulan sır, artık nasıl sır olarak kalıyor?


Ji Hafiz Qutbê Şîrazê, Mela fehm er bikî razê

Bi awazê ney û sazê, bih bî ber çerxê perwazê

Tuzed min hubbihe's-sefwa, bihi ehlu'l-hewa neşwa

Meta ma telqe men tehwa, de'i'd-dunya ve ehmilha


1) Mela! Eğer Şîraz Kutbu Hâfız'dan aşkın sırrını bellesen:

2) Ney ve sazın sesiyle gökyüzüne yükselip uçacaksın sen;

3) Çok nail olacaksın yarin aşıkları sarhoş eden pâk sevgisine;

4) Dünyayı terk edip bir kenara at, kavuştuğun zaman sevdiğine.