Ybş-Pkk: Em Kurdistanê Naxwazin Em Piştevaniya Iraqê Dikin

Di heqe de şerê Pêşmerge û Pkk/Ybşê de Fermandeyê YBŞê Seîd Hesen duh beşdarî bernameya kanala serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî kû neyarê Kurdan e ya bi navê Afaq TVê bû û behsa pevçûnên di navbera YBŞ û Leşkerê Roj ên li herêma Xanesorê de kir.

Pêşkêşvanê bernameyê, fermandeyê YBŞê Seîd Hesen weke fermandeyekî ji hêza Heşda Şeibî da nasîn.

Seîd Hesen îdia kir ku: "Ew kesên ku dibêjin Pêşmergeyên Rojava û PKKê li Xanesorê şer kiriye rast nîne. Çimkî di şerê hefteya borî de hedef êzidî bûn."

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got, di heyama pevçûnan de gerîlayên PKKê jî li wê derê amade bûn û wiha domand: "Rawêjkarên PKKê tenê ji bo perwerdeya êzidiyan li wê derê bûn. Şerê êzidiyan ji bo parastina nasnameya iraqî ye."

Fermandeyê YBŞê amaje kir ku Hêzên Pêşmerge hewl didin Şingalê bi ser Herêma Kurdistanê ve girê bidin û wiha axivî: "Lê em wek êzidyan ti caran vê yekê qebûl nakin. Herwiha em destûrê nadin ew yek pêk were."

Di heman demê de Seîd Hesen got: "Niha bi biryareke leşkerî agirbest heye, lê di rojên pêştir de pevçûn dê dîsa dest pê bikin û şereke mezintir dê biqewime. Lewma em wan li vê herêmê naxwazin."

Di herî dawiyê de Hesen anî ziman: "Em dixwazin hikûmeta Iraqî û iraqî piştevaniya êzidiyên iraqî bikin."

Roja Înê 3ê Adara 2017an, di navbera Leşkerê Roj û endamên YBŞê de, li devera Xanesor a girêdayî Sinûnê alozî derketibû.

YBŞê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku di pevçûnê de 7 çekdarên wan jiyana xwe ji dest dane, ku 2 ji wan gerîlayên HPGê bûne, û 20 çekdar jî birîndar bûne.

Herwiha di heman pevçûnan de, 5 çekdarên YBŞê ji aliyê Leşkerê Roj ve hatibûn êxsîrkirin, ku pêr serbest hatin berdan û radestî malbata wan hatin kirin.

Di wan pevçûnan de, 4 pêşmergeyên Leşkerê Roj jî birîndar bibûn.