YEKÎTIYA KURDAN
YEKÎTIYA KURDAN
Li her derê cîhanê millet tev bi hev digrin dibin yek, di her alî de bi peş ve diçin; lê belê tenê em li ber xwîn rijandina, kuştina hevin. Ji ber ve ekserê milleta bune xwedî dewlet, xwedî medeniyet Kurd tenê bê war û bê xwedî mane.
Dijminê me yî herî mezin dîsa em in. Gelo çima em aşîtiya, azadiya, aramiya gelê xwe naxwazin, em çima di pey birakujiyê de digerin ma qey ne bes ê?
Heger yekîtî di nav gelê me de tine be tu tişt nabe dermanê derdê me. Tifaqa me gerek hebe. Gerek em bi destê birayê xwe bigirin û em bêjin bes e ev xwîn rijandin bes e ev neyartî bes e ev halê bê xîretî.
Li çar terafê dinyayê her kes bune xwedî dewlet, xwedî medeniyet; lê belê em Kurd tenê sêwî mane, kesek xwedî derneketiye li me. Ê ku bi gotina mafên kurdan derketine holê jî neyartî bi gelê Kurdan re kirine. Ji xwe neyartiya Kurdan a bi gelê xwe re ne vê demê dest pê kiriye. Me ji wextê Osmaniyan heta vêga heger neyartî bi hev ra nekiribuna em zu de bûbun xwedî dewlet xwedî medeniyet. Lê belê neyartiya me tim û daim dewam kiriye.
Ka bêjin heta vêga kî ji Kurdan re tiştek kiriye? Osmanîyan ji şessed salî zêdetir li herema Kurdistanê hikim kirin. Ka gelo hema kevirekî ku danîbin ser kevirekî kî kare şanî me bi de? Şeşsed salî çi ji me re kirin. Heta berî vêga bi çend salan çima em nikaribun bi zimanê xwe biaxivin.? Bi hezaran egîdên me çima di zîndanan de ne? Xwîn, girîn, qerîn çima demêkê jî ji Kurdistanê kêm nebuye?
Ka em guh bidine şairê xwe Mela Mizgin da ji bo yekîtiya me ê çi ji me re bibêje:
Li alîkî kufur
Li alîkî xiyanet
Li aliyê dî nifaq
Wek hûtek sê serî ye
Merivxwer e ev cenawar
Ji ber ummet tev buye bê zar
Li her derê cîhanê perîşane perîşan
Perîşanî ne ji jimara hindike
Ne ji quwweta zeîfe
Belê birîna me bê tifaqî ye
Birînek pir xedar e
Ji lew ummet tev ji berê zar e zar e.
Ji lew li her der zivistanek bê buhar e
Erê welleh ji ber bê tifaqiyê ev zare zara me ye. Heger yekîtiya Kurdan çênebe ê her daim “yek welat, yek al, yek gel, yek ziman” ê bi bizmaran li serê me bê xistin. Em ê zimanê xwe jî, nasnameya xwe jî ji bîr bikin. Ê tim û daim zarokên me weke vêga bi Kurdî ne axiwin, zimanê xwe biçuk bibînin, gelê xwe, orf û adetên xwe biçuk bibînin.
Ev pirsgirekeke zahv mezin e. Gerek em ji îro pêve li fikr û şekl û şemalan nenêrin û dest bidin birayên xwe, em li hev bicivin ji bo gelê xwe yî bindest û stuxwar bi hev ra bixebitin li her derê Kurdistanê ala biratiyê, yekîtiyê pêl bidin. Bi yekîtiya xwe neyarên Kurdan bitirsînin da ku careke din bi fêl û kemînan me ne xapînin.