Berfedims

Berfedims
28 Ocak 2017 - 17:33

Berfedims, berfedimsk, berfecelal an bi Tirki kar helvası. Berfa ku dims tevlî dibe û dibe şêranîyeke cemidî.

Çiii ew kî ye dibê berfedims çiye? Heyra dev ji xwendina vê xeberê berde û her xwe ji paceyê de bavêje. Eyb e şerm e wîî. Heger hûn nizanibin ji qet dengê xwe nekin. Ez e tarîfa berfedimsê bidime we. Ka pênûs û lênuskê xwe derxin ez e vê tarîfa duvedirêj û pir zehmet ji we re bêjim.

Çêkirina wê gelek hêsane berfê û dimsê li nav hev bixin ha ji were bû berfedims :)  



Berfedimsa xweş gelek berfa we ne zahv hûrik be. Hinek berî dimsê avê ji li berfedimsê dikin dibê wiha xweştirê li emaneta tifaqê ket tu tiştî nexin navbera berf û dimsê 

Lê dibe ne berfa kera û kuçika be yanî ne berfa ku cara yekem dibare be. Mezinê me dibêjin ku berfa ku cara yekem dibare tê de mîkrob hene û xwerina we berfa ne baş e.

Na heyra na berfedimsa xwe bixwin û bila ji were noşîcan be. Ma qey hûn nizanin isal li Batmanê careke dîn jî berf hatibû. Heyra wellah ku heger berfa cara yekem be jî ji bo xatirê berfedimse dengê xwe nekin û kevçîkê xwe li nav berfedimsê dakin. Haheyy haheyy hetta ku hûn hisabê berfa cara yekem e an duyem e bikin xwişk û birayên we ê berfedimsê tevî xelas kin.


Erê lawo erê em jî zanin berf zahv e li dims nemaye kurro!

Hinek dibêjin berfedims û bîcîbîcî/karsambaça tirkan weke hev e. Na gidî we ev li vir got li cihekî dî denge xwe nekin. Ma qey berfedimsa me weke bîcîbîciya xelkê ye wîî. Berfa me jî kîsî xwedêyê û dimsa me jî ji kîsî xaltîka me ye. Erzan û belaş. 

De haydê zêde nesekinin berfedimsa xwe hazir bikin û kevçîyen xwe li bînê vê xin. de hadê afîyet û noşîcan be.