Dayika 77 Salî 20 Sal e di Odeyekê de Tenê Dijî

Dayika 77 Salî 20 Sal e di Odeyekê de Tenê Dijî
19 Mayıs 2017 - 08:53

Fexriye Işika 77 salî ya ku li Kolana Pamukçulara Taxa Ilûhê navenda Êlihê hewil dide bi tena serê xwe  di xaniyeke yekodayî de bijî.  Zilamê Xaltiya Fexriya Işik  di dema ku hewil dide lihevdanekê de  terefan li hev bîne bi berika ku lê ket jiyana xwe ji dest da. Fexriye Işik ji wê rojê ve bi tena serê xwe hewil daye da ku 7 zarokên xwe yên ku 3 ji wan qîz û 4 ji wan jî lawik in mezin bike. Xaltiya Fexriya ya ku di vê halê de ye ev bû 20 sal di maleke yekodayî de bi tena serê xwe dijî.


 "Ez carinan  nanê tisî dixwim"

Fexriya Işika ku diyar kri 'Ez bimrim jî naçim mala aramiyê' di derbarê mijarê de wiha axivî: " Ev ji 20 salan zêdetir e ku ez bi tena serê xwe dijîm. Nexweş û pîr im. Di mala min de av tune ye û tu kesê min tuneye ku ji bo destnimêjê avê dagire misîna min. Ez bi qeweta xwe diçim dadigirim. Carina cirînan xwarinên ku çêdikin ji me re tînin. Ez carinan tenê nanê tîsî dixwim. Mala min sar e  û zivistan bi zehmet in. Ji ber ku tu kesê min yên ku ez li ba wan bimînim tune ye ez li vê derê dimînin."


"Carekê meaşê teqawîdbûnê dan min û cardin meaşê min raneza"

İşik di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê jê re meaşê teqawîdbûn û pîrbûnê bidinê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev zêdetirî 2 salan e ku meşaên min teqawîdbûn û pîrbûnê birîne. Ez bi alîkariya Mislimanan debara xwe dikim. Cîran çi ji min re anîn ez dixwim.  Hema nan û ava hebe jî besî min e. Hemd ji Xweda re ku ez qenaetkar im. Yekî nîvê meaşê min teqawîdbûnê girt û nîvê din jî da min. Ji wê rojê ve meaşê min nayê razandin. Meaşê min bidin jî û nedin jî Xweda ji wan razî be."


İşik di berdewama axavtina xwe de diyar kir cîraneke wê di dema ku xew de bû miriye û ew ji ber vê yekê naxwaze weke wê di xew de bimre. Işik di berdewama axavtina xwe de wiha got: " Dema ku ez li malê bim û bimrim ditirsim ku haya tu kesî jê çenebe. Cîraneke min extiyar heye û li ba zarokên xwe dimîne. Ez carinan diçim balê. Dema ku ez bi tena serê xwe me aciz dibim. Di bergeha li malê lênerînê de ger hinek kes werin bal min ez ê kêfxweş bibim. Ger tiştek wisa tune be jî xem nake. Lê ger hebe ew ê parîkek nan bide min û ew ê ava min dagire."

Işik di di dawiya axavtina xwe de diyar kir  ger Weqfa Alîkariya Civakî jê re xwarinê bide gelek baş dibe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ji odeyeke min pê ve tu tiştekî min tuneye. Di mala min de ne tuwalet û  ne jî banyo heye. Ji ber ku di mala min de av û tuwalet tuneye  ez zehmetiyê dikşînim. Ji ber ku hinek kesan gotin ew ê zarokên wan lê binêrin meaşê min qut kirin. Wellah ez ketim vî halî  û tu kesî 2 qûriş pere ji min re ne şand. Ez bi tena serê xwe hewil didim bijîm."