Dewlemendiya Min Ne Dolar in 48 Milyon Kurd in

Dewlemendiya Min Ne Dolar in 48 Milyon Kurd in
28 Eylül 2018 - 22:13

Birêz Serok Barzanî di kernevala cemawerî ya mezin ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de wiha got:

"Ez xwe bi dewlemendtirîn kes li ser astê cîhanê dizanim, samanê min piştevaniya 48 milyon Kurd e, ne ku 48 milyar Dolar e."    


Di kernevalê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û got: “Em îro ber bi rojeke dîrokî ve diçin ku roja 30î Îlonê ye. Sala par 25ê Îlonê dîsa we dîrokeke dîrokî tomar kir, di wê baweriyê de me ku di 30î Îlonê jî rojeke din a dîrokî ya tijî serwerî tomar bikin.

Di roja 25ê Îlonê de vîna gelê Kurd we bi ser xist. Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê jî Pêşmergeyên qehreman rûmeta hemûyan parast. Gelê Kurd bila piştrast be, ta qerhreman, şêr û pilingên Kurdistanê hebin, hûnê parastî bin û dilniyayî xwe bikin.


Hilbijartina parlemantoya federal a Iraqê di 12ê Gulana bûrî de, we serweriyeke mezin we tomar kir, piraniya pêşbînî dikir ji ber ku PDKê pêşengiya karwanê serxwebûnê dikir, bê sizadan ku hokarê qeyranê bû, lê nedizanîn ku gelê Kurdistanê PDK dikin partiya yekem li ser astê hemû Iraqê.


Du tiştên gelekî girîng di hilbijartinan hatin pêş, giraniya PDKê li cem hemû aliyan diyar bû ku PDK hêzeke mezin e û ti biryarek bê PDKê naçe serî û ewlehî û asayiş li welat peyda nabe heger PDK hevkar nebe.  

Xewna nehezan pêk nehat, spas bo we û hemû cemawerê dilsoz ê Kurdistanê, ku nehîşt xewna nehezan pêk bê û PDK neşike. PDK wek dara berû ya Kurdistanê ye, ne bi birîn û bi şewitandinê bidawî dibe.


Tirseke min ya mezin hebû ku bibe milmilaneya du miletan û şer di navbera Kurd û Ereb, ji ber ku hin berpirsên Bexdayê pêşbazî dikirin ku bêhtir dijayetiya Kurd û Kurdistanê bike, lê spas ji gelê Iraqê re ku ew kesên dixwastin li ser hesabê xwîna şehîdan xwe bikin qehreman siza dan. Wê jî bandoreke erênî li ser me durist kir.

Rasperdeya Barzaniyê Nemir her dem li ber çavan digirin, ku dihatiya hikûmetê nayê wateya şerê di navbera du gelan de, ji ber ku ew kufr e.


Niha derfetek hatiye pêş û hemû hewlê didin pirsgirên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêzgirtin û hevtêgihîştinê bêne çareserkirin. Ji destpêkê ve Iraq rêzgirtin û li ser dabînkirina mafê tevahiya pêkhateyan hatiye danîn.


Di dema kontrolkirina Mûsilê de derfeteke din hate pêş, bi berpirsên Bexdayê û Amerîkiyan re du plan hatin danîn, yek leşkerî bû û ya din îdarekirina parêzgeha Neynewayê bû, ji piştî rizgarkirinê.


Hemû dizanin ku Pêşmerge hêla yekem ya bergîriya DAIŞê şikand û kilîta Mûsilê radestî wan kirk u Mûsilê rizgar bikin, lê mixabin wan piştî hefteyekê ew rêkeftin binpê kirin. Hêvîdar i mew derfeta ku niha hatiye pêş, sûdê jê werbigirin û pirsgirêkan çareser bikin, lê ne li ser hesabê miletê me.


Roja 30î Îlonê rojeke çarenivîsaz û girîng e, bernameyeke mezin û guhartin û çaksaziya mezin ya me li pêş e bo damezrandina hikûmeteke bihêz. Em nabêjin kêmanî nebû û nabin, lê bila di bîra we de be ku destkeftên hene, beşê mezin ji wan li destê PDKê bidest hatin.


Sozên mezin nadin, lê soza guhartinên mezin ku daxwaza we ye û di berjewendiya we de didin. PDK bihêz be, Kurdistan bihêz dibe. PDK ji bo şerê ti partiyekî durist nebû, belkû bo xizmeta we dirust bû.


Bi durişman axaftin nabe, her kesek dikare durişman bilind bike, lê bi bîra we were dema DAIŞ nêzîkî Dihukê bû, kê sîngê xwe kir mertal û Dihuk û hemû Kurdistan parast. Her kesek bixwaze gefa dagîrkirinê li Dihuk û Kurdistanê bike, dizane çawa hatiye, lê dê nizanebe ku çawa vegere, heger derfeta vegerê jî hebe.


Daxwaz ji we dikim, lîsta 183 biser bixin, ta armancên we pêk werin û tiştê hûn dixwazin bêne cibicîkirin.

Gelek caran behsa navmala Kurd û yekrêziyê tê kirin, hemû xwedî wîjdan dizanin ku me ti kêmanî di yekrêziya Kurdistanê de nekiriye û berdewam jî dibin, lê navmala Kurd û yekrêziya Kurdistanê mercên xwe hene, mercên niştimanî û netewî ne. Yên wê pêk neyine, bêgûman dê navmala Kurdistanê têk bide, wek çawa di 16ê Cotmehê de hatiye têkdan.


Bi baweriyeke bihêz diçin pêş, bo Kurdistaneke bihêz û bexteweriya gelê Kurd û bi biratiya di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê Ereb, Tirkmen, Siryan, Aşûrî û Ermenan û azadiya ol û mezheban, bo bo çareserkirina pirsgirêkan bi riyên aştiyane.


Nahêlin ti carekê vîn û rûmeta milet bişike, peyman didin gelê xwe û Pêşmerge û bi dilsoziya rêbaza Barzanî û PDKê. Rêbarza Barzanî wate mirovdostî, aştîxwazî, pêkvejiyan, aştî û biratî ye. Bi wateya xweneçemandin. Me rojên reş û nexweş derbas kir. Dema xweşî be gelek kes amade ne li meydanê, dema nexweşiyê ew hemû berpirsatiyê dixin ser PDKê, lê PDK ji berpirsatiyê nareve û her PDKê jî biryarê dide.


Min dixwazim bersivekê bidim, ku gelek hez dikin bizanin samanê min çend e, hinek dibêjin 48 milyar e û hinek dibêjin 600 milyar e, lê ez xwe bi dewlemendtirîn kes li ser astê cîhanê dizanim, samanê min piştevaniya 48 milyon Kurd e, ne ku 48 milyar Dolar e.