Gelê Kerkûkê Bi Dehol û Zirne Diçin Ser Sindoqan

Gelê Kerkûkê Bi Dehol û Zirne Diçin Ser Sindoqan
25 Eylül 2017 - 10:35

Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê proseya denganê îro li gorî dema Hewlêrê 08.00ê dest pê kir. Li Kerkûkê xelk bi dehol û zirneyan çûne ser sindoqan.

Li seranserê Başûrê Kurdistanê proseya denganê li gorî dema Hewlêrê 08.00ê dest pê kir. Di serî de li Kerkûk, Xurmatû û Mexmûrê, li hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gel bi coş û xiroş berê xwe didin navendên dengdanê.





Li Kerkûkê hemwelatî bi dehol û zirneyê çûne ser sindoqan. Peyamnêrên Rûdawê li li hemû bajar û navçeyan proseyê dişopînin.

Dengdêrên Kurdistanbê dê dengên xwe yên "erê" yan jî "na" ji bo vê pirsê bikar bînin: "Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe?"

 Giştpirsî dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Kerkûkê û herwiha navçeyên Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şingal, Mexmûr, Tilkêf, hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê proseya dengdanê birêve biçe.

Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn dê bikarin li ser sîstema elektronîkî dengên xwe bikar bînin.

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar û li navçeyên nakok 5 hezar, bi giştî dê li 12 hezar navendan deng werin bikaranîn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan beriya niha eşkere kiribû, ku bi tevê navçeyên Kurdistanî yên nakok, dê zêdetirî 5 milyon 200 hezar kes xwediyê mafê dengdanê be.