Helbestvanên Kurdan û Jiyana Elî Herîrî

Helbestvanên Kurdan û Jiyana Elî Herîrî
26 Şubat 2017 - 15:01

Di nav helbestvanên Kurdan de yê ku piştî Îslamiyetê rabûne û bi zarava Kurmancî nivisandîye; Ê pêşîn Elî Herîrî ye. Derheq Elî Herîrî de pir tişt nayê zanîn. Pirê tiştê derheqê wî de wek belge ji alî Aleksander Jaba yê Rûsî hatîye heta îro. Xeynî Jaba tiştê ku gihiştîye heta îro bi devkî nin. Elî Herîrî di dema xwe de wek Şêx Elî Herîrî hatîye bi nav kirin. Sala 1009/1010 de hatîye dinê. Derbarê dîroka ji dêbûna wî gotinên cuda cuda hene. Elî Herîrî li gundê Herîr hatîye dinê. Hinek dibên gundê Herîr di welatê Soran de ye û Elî Herîrî bi xwe Sorî ye. Lê Aleksandir Jaba dibêje ku Herîr di welatê Şemdînan de ye. Ê dibên ev gund girêdayîyê Hekarî ye (Çolemêrg), an jî Bilîs e jî hene. Ew dem Merwanî deshilatdarê welat bûn.


Li gorî zanîn û delîlên ku di destên me de hene, Elî Herîrî mezinên hozanên Kurmancan e û xwedî dîwan e.  Ê ku heta niha hatîye zanîn, helbestvanê Kurda yê pêşî Baba Tahîrê Hemedanî (Lorî) ye. Yê zarava Kurmancî jî Şêx Elî Herîrî ye. Her du jî babetê pêşengên wêjeya Kurdî ne.


Helbestên wî di nav gelê me de, bi şevan dİhatin xwendin û li guhdaran gelek bandor dikir. Gava pesnê yekÎ dengxweş û meqamxweş bikirana, "di tanga Elî Herîrî de ye" digotin. Li gorî agah û delîlên ku bi dest me ketine, Elî Herîrî zanayeke mezin bûye. Di zanîna xwe de jî wekî hozanîya xwe li pêş bûye. Di nav gel de, dema kesekî xwendinê xweş nekirana "Erê xwend û bû Elî Herîrî" digotin. Bi kurtasî Herîrî mirovekî mezin, zana û gihiştandî bûye û Herîr jî cihê zanînê bûye. Ji wî bajarokê gelek mirovên mezin û zana rabûne. Nemaze Şêx Ehmedê kurê Elî Herîrî.


Ger li ser Şêx Elî Herîrî lêkolîn û lêgerînek baş çê be wê pir tiştên tarî ronî bibin û wê tiştên balkêş derkevin. Wê rewşa welat ya wê demê jî ronî bike. Bê guman Elî Herîrî mirovek zana ye û derbarê jîyana civaka Kurd baş nas kirîye û dîyar kirîye. Ji malbata Elî Herîrî, gelek şêxên terîqetê rabûne. Bavê wî him şêx him mamostê medresê bûye. Şêx Herîrî xwendine xwe ya pêşî di medresa bavê xwe de xwendîye. Herîrî di helbestên xwe de, navê Elî, Elîyo û Şêx Elî bi kar anîye. Bi qasî ku helbestên wî bi dest me ketine, di hemûyan de ji van hersê navan navek xebitandîye.


Em navê Elî Herîrî warê niviskî berê di "Mem û Zîn"a Şêx Ehmedê Xanî de dibînin. Di wir de wiha derbas dibe:


Min dê 'elema kelamê mewzûn

'Alî bikira li banê gerdûn


Bîna ve rûha Melê Cizîrî

Pê hey bikira 'Elî Herîrî


Keyfek we bida Feqiyê Teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran


Çi b'kim ko qewî kesad e bazar

Nînin ji qumaş-i ra xerîdar


Em dikarin bêjin ku Elî Herîrî bandora xwe warê wêje ya Kurd de li ser Seydayê Xanî çê kirîye.


Prof. Qanatê Kurdo gotîye: "Aleksandir Jaba di pirtûka xwe ya bi navê "Recuîl de Notices et Rechist Kurdes" de nivisandîye, gotîye ku "Helbesvanê Kurdan yê pêşîn Elî Herîrî bûye" û "Dîwaneke Elî Herîrî ya helbestan û beytan li Kurdistanê navdar e û tê zanîn"


Dîwana Elî Herîrî bi hêsanî fêhm dibe û bi uslub e. Helbestên wî nazik û rewan û bi evînî ne. Pir kes helbest û gotinên wî jiber zanin. Xasma mele û feqî, di civat û civînan de, jê bi xweşî dipeyîvin û pesnê wî didin.


Îro di Kurdistanê de, agahdarî ya me bi Dîwaneke ku bi navê Elî Herîrî be tune. Bi devkî helbest û gotinên wî pir digerin.


Albert Sosin di berevoka xwe ya bi navê Kurdische Samlungen de helbesteka Elî Herîrî çap kirîye. Dîsa tê gotin ku li Swêdê Helbestên bi destnivîs hene. Lê mixabin hêj nehatîye welat


Çawa di derbarê dîroka bûyîn û jîyîna wî de curbecur agahî henin, derbarê mirin û gora wî de jî agahîyên cuda cuda henin. Ê dibên di sala 470 (1078) ya koçî de mirîye û dîsa li Herîr'ê hatîye bin ax kirin jî henin, ê dibên di sedsala 11'an de mirîye jî henin. Herwaha E. Ûsiv dibê: "Elî Herîrî li devreyê Kurdistanê mirîye û gora wî ne li welat e."


                       TÊT   - ELİ HERİRİ               

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt

Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt


Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane

Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt


Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin

Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt


Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm

Le bejna 'er'erin daîm sîyeh mar lê be colan têt


Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran

Ku xas û 'am bibûn heyran le cîran 'enber efşan têt


Du zulfên 'enber efşan in du le'lên şekeristanin

'Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt


'Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê

Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt


Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt 'eqreba jûrî

Tewafa beytê me'murî le burcan xûn be sîran têt


'Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat

Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt


Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil

Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt


Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste

Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le'l û reyhan têt


Reyahîn sosin û werdin le Şêx Elîyê xerîb ferd in

Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt


Ji efxanan nemayim têr du'a goyê te ez bê vir

Bebête şer du esleh dîr 'heta vî qasidî can têt


Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê

Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt


Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare

Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt


Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra

Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt . 

Wêjevanên Kurd

Sedsala 9 û 10'an
Bassamî Kurdî,  Baba Raxî Hemedanî,  Evdilsemedê Babek,  Eliyê Lokerî

Sedsala 11'an
Elî Herîrî,  Baba Tahirê Uryan

Sedsala 14 û 15an
Axayê Bêdarî,  Melayê Batê, Mele Perîşan,  Mele Serhengê Zaxoyî,  Mele Mensûr Girgaşî, Yaqûb Beg

Sedsala 16 û 17'an
Axayok,  Ehmedê Xanî,  Eliyê Teremaxî,  Ehmedê Textî,  Feqiyê Teyran,  Miradxan, Mihemed Kendulaî, Mîna,  Melayê Cizîrî, Mele Taha, Macin, Mistefa Besaranî Selim Silêman, Şerefxanê Hekarî, Şêx Şemsedînê Exlatî, Îsmaîlê Bazîdî

Sedsala 18 û 19'an
Edeb,  Elî Berdeşanî, Evdirehmanê Axtepî,  Ehmed Begê Komasî,  Evdirehman Sahêbqiran,  Feqe Qadirî Hemewend,  Feqe Reşîdê Hekarî,  Haris Bitlîsî,  Wefayî, Welî Dêwane,  Mestûre Erdelan,  Mele Yûnisê Erqetînî,  Mehwî,  Mele Xelîlê Sêrtî,  Mele Yehyayê Mizûrî,  Mewlana Xalidê Kurdî,  Macin,  Mewlewiyê Kurd , Melayê Erwasê,  Mele Mihemedê Koyî,  Mîrza Elmas Xan,  Mîrza Ebdilqadirê Paweyî, Nalî Şarezûrî, Merûf Nûdhî, Hecî Qadirê Koyî,  Herîq, Seyfiyê Şoşî,  Şêx Nûredîn Birîfkanî,  Siyehpûş,  Şeyda Hewramî,  Keyfî,  Kurdî (Mistefa Beg) Şêx Fethullah Werqanisî,  Şêx Evdirehmanê Taxî,  Şêx Rizayê Talebanî, Şêx Xatabê Mazin,  Şêx Mihemedê Xazînî,  Şêx Hesenê Nûranî,  Xelîfe Yûsif,  Xanayê Qubadî, Pertew Begê Hekarî,  Zehawî

Sedsala 20 û 21'î
Abdullah Varlı,  Abdusamet Yigit,  Bêhûd,  Enwerê Mayî,  Ehmedê Nalbend, Ebdulla Goran, Feqî Huseyîn Sagniç, Cegerxwîn,  Celadet Alî Bedirxan, Seydayê Tîrêj,  Musa Anter, Hejar, Hesen Hişyar,  Qanatê Kurdo,  Osman Sebrî,  Ordîxanê Celîl,  Şamî Kirmaşanî, Şêx Hesîb Axtepî,  Seyîd Eliyê Findiqî, Şêx Eskerî,  Pîremêrd,  Mele Sîracê Xelîlî,  Mele Ehmedê Palo,  Mihemedê Kerbelayî,  Mehmed Uzun, Zeynelabidin Zinar