Ji bo xayinê xwînxwarî bijî cehennem
Di 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Kurdistanê mirovahî bû şahid ku qetlîameke çawa pêk hat. Bi hezaran Kurdên Misliman xedarane bûn hedefa êrîşa kîmyayî. Saddamê dîktatorê Baasê ya li Iraqê bi çekên kimyayî yên ku Ewrûpayê dabû wî wehşeteke mezin a ku dê tu wextê gelê Kurd ên Misliman ji bîr neke pêk anî.
Îro salvegera 29 emîn a qetlîama Helebçê. Çendîn sal e ku ev êrîşa kîmyayî hatiye lidarxistin lê hêj ev yek nehatiye bibîranîn.
Gelo çawa hat vê qonaxê?
Heyamên herî dawî yên Osmaniyan? Emperyalîstên ku wek keriya guran di ser axên Îslamê de girtine wek cezakirin gelê Kurd ên ku gor nirx û muqeddesatên xwe dijîn di nexşeyeke de hatin 4 perçekirin. Ev yek bi peymana Sykes-Picot dest pê kir. Hewldana ku bi Lozanê bidawî bû di heman demê de di her perçeke de wek pirsgirêk dest pê kir. Kurd, li Sûrî û Iraqê dûçarê zulma Sosyalîst-Baasparêzan, li Tirkiyê ya Laîq-Kemalîstan û li Îranê jî ya Rejîma Şah bûn. Kurdên ku di vê 4 perçeyê de dijîn her tim ji mafên mirovahiyên mehrûm man û gelek zûlm li wan hatin kirin.
Di sala 1979an de li Iraqê Saddam Huseyîn El-Tikrîtiyê xwendekarê Mîşel Eflakê Sosyalîst ê Neteweyî yê Fransayê û ewladê wî yê fikr û ramanî rêvebiriyê bidest xist. Kurdên li Iraqê di heyama Saddam de di serî de dejenerekirin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû diman. Di heman heyamê de li Îranê Înqlaba Îslamî pêk hatibû. Bi vê înqlabê Şah Riza Pehlewî ji rêvebiriyê ket. Xerba ku ji ber dê maşeyên xwe hemî ji dest bidaya tirsa ji bo ku bandora Înqlaba Îslamî ji holê rake ji Saddam li dijê Îranê har kir. Di encama vê yekê de di nabeyna Iraq û Îranê de şer derket. Ev şer 8 sal domî. Kurdên ku li Iraqê dijîna di heyama şerê Îran-Iraqê de alîgirê Îranê bûn.
Saddam, Ali Hasan El Mecîdê ku wek Aliyê Kimyayî dihat naskirin ji herêma Kurdan re wek fermandar tayîn kir. Aliyê Kimyayî di bergeha Operasyona Enfalê de bi şiklekî wehşiyane li ser bajarê Helebçê û gundên wê de bombeya kimyayî reşand. Di encama vê yekê de 5 hezar însan mirin û herî kêm 7 hezar însan jî birîndar bûn. Bi hezaran însan jî war û welatê xwe terk kirin.
Navê mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe
Mirin wekê ewrê reş li ser gelê Helebçê girt. Li Helebçê dêz û komên cesedan. Zarok, pîrek, extiyar? wekê zeviya ku mirin lê hatiye reşandin. Gel şaş û gêj bû û nedizaniya çi bike.
Wan nedizanîna ku dê ew bimirin. Çekên kimyayî yên ku hatine bikaranîn zirarê daye çav, gewrî û kezeban. Gaza xerdel û sarinê? Kesên ku gaza bêhna sêvê dida tenefus dikirin?
Pispor bandora gaza xerdelê wiha tînin ziman: "Gaza xerdelê ji bo nifşa pêşerojê qaza herî bi jehr e. Piştî 10 salan jî hêj bandora vê gazê didome. Bi taybet ji bo demeke dire li ser DNAyê bandordar e."
Temamê dinyayê ji vê mirina ku hêdî hêdî pêk dihat re bê deng ma. Helebçe rojeke herî dijwar a dîroka mirovahiyê de bû. Di Qetlîama Helebçê de berî însan mirin dûvre jî mirovahî.
Hêj jî jimara kesên ku heta 17ê Adarê hêdî hêdî jiyana xwe ji dest didan diyar nîne. Encama hevpar ên ku gelek sazî qebûl dikin; pirraniya wan zarok û pîrek herî kêm 5 hezar însan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 756 kes jî birîndar bûn.
Çima Helebçe bibû hedef?
Ji ber ku Kurd dîndar bûn hêzên Xerbê vê yekê tehemûl nekirin. Li Helebçeya ku li wir hereketa Îslamî xort bû çêkên kimyayî hatin bikaranîn. Her wiha Helebçe navenda rêxistîbûna Îslamê bû. Wê çaxê Şêx Osmanê Helebçeçeyî fermandarê hereketa Îslamî bû. Hereketa Îslamî ya Kurdistanê xwedî çek bû. Gelek çekên wê hebû. Ev yek bala Saddam û Xerbiyan dikişand
.