Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî

Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî
06 Mart 2017 - 12:30

                                                    ŞÊX EHMEDÊ XANÎ (1651-1709)

Ehmedê Xanî yek ji wan Seyda û mezinên kevintirîne ku di nav Kurdan de tê zanîn û kitêbên wî bi sed sala di medresên Kurdistanê de hatine xwendin. Weke Nubihara Biçukan û "Eqîda îmanê" ku di medrese û nav xelkê meyî musulman de bi sed salan hatine xwendin û gelê me dînê xwe ji van kitêba hîn buye, 'elimîye. Bawerîya bi Rebbe 'alemê, bawerî û naskirina rehber û serekê heq Resulê Xweda Hezretî Muhammed-Silavên Xweda lê bin-, Kitêba hîdayet, exlaqê baş û reçeta xelasîyê Qur'an, Limêj, rojî, Hecc û zika ji kitêbên Mela Ehmedê Xanî hatîne naskirin.

Li bal kitêbên wî, Em navê Seyda Ehmedê Xanî ji cîyekî din dibhîzin. Ew jî Seydayê mezin, Mucahidê 'ezîz, fîdaîyê İslamê Seyda Bedî'üzzeman Se'îdê Kurdî ye. Li gor di Tarîxçe-î Heyata Seyda Bedî'üzzeman de derbas dibe "Bedî'üzzeman weqta sêzde-çarde salîye, di quba Ehmedê Xanî de maye. Mela Ehmedê Xanî yek ji wan edîb û dahîyên Kurda ye ku Bedî'üzzeman di quba wî de maye. Carna bi şevan maye.  Ew quba Ehmedê Xanî ku xelkê ditirsîya di rojê de bikevê. Jiber vê xelkê ji Seyda Bedî'üzzeman re digotin: 'mezherî feyza Ehmedê Xanî buye' û ev kerametek didîtin." (Bedîüzzeman, Tarîxçe-î Heyat)

Li gor di Lahîqa Emirdağê de jî derbas dibe "Seyda Bedî'üzzeman li wîlayeta Agirî (Qerekîlîs) xwe di turbe Şêx Ehmedê Xanî de asê kirîye."


Belê ev mirovê ku kitêbên wî bi sed salan di medresên me de hatine xwendin û Bedî'üzzeman di turbeha wî de bi 'îbadetê meşxul buye kî ye? Cîyê wî di nav gelê me de çî ye û çi xizmet ji îslamê re kirîyê?


Heyat û Jiyana Wî

Jidayîkbûna Wî

Di heqê jidayîkbuna Ehmedê Xanî di destê me de agahî û me'lumateke qet'î tuneye. Lê hinek kesên di heqê wî de nivîsandine ji van gotinê wî, dibêjin tarîxa jidayîkbuna wî li gor teqwîma hîcrî 1061'e ku ev beranberê 1650 weya 1651'ê ye li gor tarîxa mîladî.


'Eşîr û 'Eslê Wî

Dibêjin navê bavê wî İlyasê kurê Rostem Beg e, navê dîya wî Nurê ye û ji 'eşîra Xanî ye. Nêzî bajarê Hekarî gundek bi navê "Bayê" heye ku hemu malbatên wî gundî ji 'eşîra Xanî ne. Wekîdî, kesên ji vê 'eşîretê li der û dorê Xoşabê, Wanê, Şemdînan, Şirnex, Gever, Cizîr, Zaxo û hin cîyên dinî li Kurdistana Başur hene. Bi îhtîmal Mela Ehmedê Xanî ji alîyên Hekarî(Colemergê) ye. Bavê wî ji vir çuye Bazîdê û vê malbatê jîyana xwe li wir domandine. Li wir di medresan de ders dane û bi cîh bune.


Dîsa li gor dîrokvan qeyd dikin "Xanî" navê yek ji 'eşîrên Kurda ye ku di wê dewrê de 180'ê malbatên wan hebune. Wek 'eşîra Ertoşî û Pînyaşîyan, Xanî jî 'eşîreke xwe bi xwe ye.


Hinek dibêjin Mela Ehmedê Xanî li Bazîdê, hinek dibên li gundê Xanî yê Hekarî hinek jî dibêjin li Xana Sê-gundan -ku girêdayî bi Hekarî ve ye- hatîye dinê.


 

Xwendîn û Tehsîla Wî

Di dewra ku Ehmedê Xanî jiyana xwe têde borandîye tehsîl û xwendin li ser naskirina Rebbê temamê 'alem û milletan hatibu avakirin. İnsanan berya her tiştî rebbê xwe yanî ew zatê ku ew çêkirinê û lazime însan li gor emr û nehyê wî heyata xwe biborînin, nas dikirin û meqseda hebuna xwe û hatina dinyayê hîn dibun. Mela Ehmedê Xanî jî li ser vî exlaqî xwendîye û perwerde buye.


Li gor di nav xelkê me de bi devkî hatîye rîwayet kirin Mela Ehmedê Xanî li Bazîdê li medresa Muradîyye dest bi xwendinê kirîye. Pişt re li Camîyên Bazîdê xwendina xwe domandîye.


Di tedrîsata medresan de muderris sabit e belê feqe digerin. Mela Ehmed jî, ji boy 'ilmê, diçe Exlat, Bidlîs, 'Urfa û Cizîra Botan. Ev bajar di wan dewran de merkezên 'ilmê bun.


Ehmedê Xanî ji boy 'ilmê, naçe van bajaran bi tenê; belkî diçe Surîya, Misr û Stenbolê jî. Piştî tehsîl û 'ilmê xwe diqedîne, xilas dike dizîvire Bazîdê. Dest bi dersdayînê dike û medresê vedike, teleba ji kîsî xwe xwedî dike, feqîya radike. Libal dersdayînê Xanî, kitêbên xwe jî dinivsîne. Lewra kesekî dinav xizmet û xebatan de be îhyîyaca dibîne û ligor îhtîyaca li çareserîya digere. Mela Ehmed jî îhtîmal jiboy perwerdehîya feqe û xelkê wî rehet bibe kitêbên xwe yî bi qîmet nivsandine.

 

Kîtêb û Fîkrên Wî

Ehmedê Xanî bi zimanê 'Erebî, Kurmancî, Farisî û Tirkî zanibuye û bi van zimanan şî'rên xwe nivîsandine.


Di çardeh salîyê xwe de dest bi nivîsandinê dike. Di 33'ê salîyê  xwe de Nubiharê, di 44 salîya xwe de jî Mem û Zîn'ê dinivsîne.


Li gor gihîştîye destê me pênc kitêbên Mela Ehmedî Xanî hene.Mem û Zîn, Dîwan, Nubihara Biçukan, Eqîda îslamê, Eqîda İmanê navê kitêbên wî ne. Dibêjin Seyda Ehmedê Xanî kitêbêk li ser tebî'etê nivsandîye belê ew kitêb di destê me de tuneye.


Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî wek Leyla û Mecnun'ê behsa eşq û evîna heqîqî, behsa eşqa xweda dike. Gohtinê  xwe bi cilê tiştên însan ji wan hez dike û biwan tê xapandin cil dike, dide nîşandan ku hizur û rihetî di naskirin û hizkirina Ellah Te'ala de ye. Mem û Zîn kitêbeke tesewwufî ye.


Nubihar ferhengeke Kurdî û erebî ye ku bi helbestkî hatîye nivsandin.


Di Eqîda îmanê de behsa şertên îmane dike. Di Eqîda îslamêde jî li ser şertên îslamê dipeyve û qesda hînkirina îslamîyetê dike.


Dîwana wî jî, ji şî'rên li ser Allah teala û li ser Hezretî Muhemmed hatine nivsandin çêbuye. Di dîwana wî de, şi'rên li ser şehîdê Kerbela, li ser terîqa Neqşebendî û şî'rek jî li ser Muhemmed Beg ê Bazîdê heye.


Di kitêbên xwe de behsa Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û 'Elîyê Herîrî dike belê behsa nivîskarê mewluda Kurmancî Melayê Batêyî nake. Belkî wî çağî mewlud ne gihîştibu destê wî.


Kitêbên Mela Ehmedê Xanî kevn nebune. Belkî di 'esra me de jî ji wan pir tê îstîfade kirin, fêde ji wan tê dîtin. Kesên weke Seyda Mela Ehmed Hîlmî el-Koğî li ser kitêbên wî, ji wan bizran, dar û bexçe şîn kirine, şerh nivîsandine. Weke "Gulzara hemukan" şerheke pir bi qîymete ku li ser Nubihara Biçukan hatîye nivîsandin û ne jiboy biçukan tenêye, belkî jiboy ciwan û yextîyara, ji boy me hemukan e. Dîsa "Rehberê Sanî şerha Dîwana Ehmedê Xanî" jî yek ji van xebatên Seyda ye. Mela Ehmedê Hilmî el Koğî seydakî meyî mucahid buye, ku jîyana xwe li Bismilê derbas kirîye û di wextekî nêz de çuye rehmeta Xweda.


Di dewra Mela Ehmedê Xanî de ji ber te'erruzeke bi destê dewletan li ser dînê îslamê tunebu musulman bi tesewwuf û terbîya nefsê bêhtir meşxul dibun û jiboy bibine însanê kamil dixebitîn. Ehmedê Xanî jî di vê rîyê de çuye. Li gor ji eserên wî tê fêhmê Seyda mensubekî terîqa Neqşebendî buye. Jê re şêx jî dibêjin; belê ne di heqê xîlafeta wî, ne jî di heqê îcazeta wî di destê me de agahîyek tuneye.


Seyda Ehmedê Xanî di kitêb û jîyana xwe de daye nîşandan ku ehlê xwedaye. Wî behsa Xweda û dînê xweda kirîye. Wîna zanibu ku xelasî û hizura temamê gela û gelê Kurd ne bi İslamîyet û guhdarîya Qur'anê be nabe. Ji ber vê İslamîyet bi zimanê gelê xwe nivîsandîye û teblîx kirîye.


Wefata Wî

Li ser wefata Mela Ehmedê Xanî di destê me de me'lumateke qet'î tuneye. Li gor Seccadî di kitêba xwe yî bi navê "El Edeb'ül Kurdî" de nivîsandîye, wî ji melayekî yextîyar 'elimîye ku, di kitêbeke bi navê Samadîyya de, tarîxa wefata Ehmedê Xanî bi hisabê ebcedê hatîye nivîsandin. Ku di wir de "Xanî firîyaye bal rebbê xwe" hatîye nivîsandin û ev jî beranbera sala 1706'an weya 1707'an e. Li gor em fêhm dikin Mela Ehmedê Xanî 57 sala jîyaye û gihîştîye Rebbê xwe. Li Bazîdê wefat kirîye û mezelê wî jî li wir li rojhilata kelha İshaq Paşa zîyaretgaha xelkê ye. Li bal gora wî mizgeftek bi navê Mela Ehmedê Xanî heye. Xweda Rehma xwe lê bike û me jî ji xizmet û xebata İslamîyetê merhum neke.


SAQÎ

Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur'e'ê mey di cam-i Cem ke


Saki! Kerem eyle Allah aşkına,
Ver Cem kâsesinden bir yudum bana.


Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit


Mey camda dünyayı göstersin bize,
Bütün olanımız görünsün göze.


Da keşf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal


Keşif olsun halimiz, geleceğimiz,
Kolay açıklansın göreceğimiz.


Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê


Uğursuz bahtımız yetsin kemale,
Kader uğramasın bir de zevale.


Ya her wehe dê li istiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit

Şöyle mi kalacak arş ve asuman
Sona erişince âhırı zaman?


Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali' bibitin ji bo me kewkeb


Mümkün değil mi ki, çarkı-felek de
Bahtın yıldızını göstere gökte.


Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar


Bahtımız bizlere gönüldeş olsun
Bir kere uykudan kalkıp uyansın.


Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek

....

Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek


Olsaydı muvaffak bir efendimiz;
Keremli, sırt tutan, yüreği temiz.

..

Ger dê hebûya me padişahek
La'iq bidiya Xwidê kulahek


Bir padişahımız olsaydı eğer
Tanrı taçlandırıp verseydi değer

...

Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le'îman


Arkası olurdu biz öksüzlerin
Kurtarırdı bedhah elden bizleri.


Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm


Galip olamazdı bize karşı Rum,
Baykuş yuvasına dönmezdi yurdum.


Mehkûmi 'eleyhî û se'alîk
Mexlûb û muti'ê tirk û tacîk


Bize kısmet oldu fakirlik, düşüş.
Olduk Türk, Aceme muti, yenilmiş.

......

Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet


Kahramanlık, kudret, mertlik, sahavet,
Emirlik, yiğitlik, kuvvet, celadet,


Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad


Bunlar Kürt eline özgüdür, hastır
Kılıç ve gayretten gelen esastır!


Hindî ji seca'etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in


Ne kadar mertliğe düşkünse onlar
O kadar minnetten nefret duyarlar.


Ev xîret û ev 'uluwwê himmet
Bû mani'ê hemlê barê minnet


Erdemi, erliği; bu tabiatı
Bırakmaz üstüne alsın minneti.


Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da'im bi temerrud û siqaq in


Birbirine karşıt, hasımlar ancak
Odur ki, arada yoktur ittifak.


Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek


Şayet birlik nasip olsaydı bize,
Sırt-sırta verseydik birbirimizle


Rûm û 'ereb û 'ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî


O zaman Rom, Arap, Ecem cümleten
Kölelik ederdi bizlere hepten.


Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me 'ilm û hikmet


Biz de oturturduk din ve devleti
Biz de öğrenirdik ilmi, hikmeti.


Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
Mumtaz-i dibûn xwedankemalat


Sözler ayıklanır ve elenirdi
Kemal sahipleri belirlenirdi.

ŞÊX EHMEDÊ XANÎ