Jiyan û berhêmên Feqiyê Teyran

Jiyan û berhêmên Feqiyê Teyran
19 Nisan 2017 - 14:28

FEQİYÊ TEYRAN (1590  - 1660 )

Feqiyê Teyran, yek ji helbestvanên herî kevin yê kurd e. Herçiqas di derbarê Salên jiyayî de guftûgo hebin jî; bi giranî li ser salên 1590 û 1660an Tê sekinandin. Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mikis an jî Miks, nuha girêdayiyê Wanê ye. Li Ser navê Feqiyê Teyran, du dîtinên bingehîn hene. Yek ji wan, wek Lêkolînerê rûsî Rudenkov jî, di pêşgotina pirtûka Şêx Senan de dibêje; Feqî, helbestvaneke wusa ye ku, ji zimanê pez û hemû dewaran, ji giyan û  bêgiyaniyên xwezayê têdigihîşt. Feqî, bi xwe jî, xwe wek şagirtê Teyran didît û xwe wusa binavdikir.


 Dîtinek Din ya xurt jî ewe ku, xelkê wê demê, Feqî wek weliyê Xwedê û xwedî Keramet didît û bi zimanê teyran dizanibû. Di derbarê navê wî de îdîayek din jî weha ye: Feqî, ji xelkê gundê Teyran bû û ev gund jî di Navbera Mûks û Xîzanê de cîh digre. Ev gund, hîna jî heye û di nav Rûniştvanên Mûks û Xîzanê de binavûdeng e. Li gor vê nêrînê, Feqî ji vî Gundî bûye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di diroka wêjaya kurdi de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs)


Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayîn. Bi navê "feqî" peyva ilm û şagirtiyê ya "teyrê" ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Muhammed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirbeya wî hê jî ji navçeya Miksê ya Wanê ye.



Berhemên Feqiyê Teyran, ji du beşan pêk tên; Ew berhemên ku ji devê dengbêj û çîrokbêjan ve babik babik gihîştine heta îro. Ev cûre ewqas belavbûne ku, bi gelek tiştên folklorîk tevlîhev bûne. Li ser vê babetê Rudenko Dibêje, ''Bêguman Feqiyê Teyran, xwediyê çend berhemên mezin yên wêjeyî û felsefî ne, ku di şêwe û çarçoveya folklorê de ji bo me hiştine. Zehmete ku di nav van mîratan de berhemên rasteqîn yên helbestvan bên Nasîn.  Digel vê yekê, baş tê zanîn ku, destana Şêx Senan bi pênivîsa Feqiyê Teyran, bi xwe hatiye nivisandin. Di nav xelkê de bi belavbûna Helbestên Feqiyê Teyran, pêwendiyeke jîndar di navbera helbestvan û Folklorê de dirûst kiriye.''


Beşa Duyem jî meriv dikare wiha formule bike: ew berhemên qet nebe beriya Sed salan hatine nivisandin û hinek wan jî hatine çapkirin. Pirraniya Wan jî, ji destnivîsên  ku A. JABA (balyozê rûsî yê berê ê Erziromê) bi Xwe re anîbûne Petersburgê û heta niha di pirtûkxaneya Salvikov Şedrin û Zanîngeha Rojhilatnasiya Akademiya Zanistî ya  Sowyetê de tên Parastin pêktên. Rudenko jî, di destnivîsa pirtûka Şêx Senan de behsa Tevahiya destnivîsan dike.  Di nav van destnivîsan de, ya herî girîng Bêguman destana Şêx Senan e. Rudenko jî ev yek di pêşgotina Wergerandina pirtûka rûsî de aniye ziman.


 Yek Ji berhemên Feqiyê Teyran, destana Hespê Reş e, ku çîrokeke efsaneyî Ye. Di vê destanê de, qala şerekî tê kirin, ku di navbera misilman û Gawiran de derbas dibe û di encamê de misilman zora gawiran dibin. Pêxember, ev şer ji misilmanan dawe kiriye ku, biçin Hespê Reş jiDestê gawiran bigrin.


 Destana Şêx Senan jî, destaneke evînî ye û di nava kurdan de bi navê Feqiyê Teyran tê bibîranîn.  Li gor destanê, Şêx Senan şêxeke pir mezin û Giran bûye. Pêncsed murîd li derodor hebûne. Temenê wî gihîştiye 77 Salan. Pêncî caran çûye Hecê. Lê, dema çavên wî bi keçika gawir dikeve, Dîn û aşiq dibe. Şaşik û sûwakê xwe davêje û zennara gawiran girêdide. Piştî vê yekê jî, dêrê ji xwe re dike mesken. Gawir jî li ser vê yekê, Wî heft salan dikin şivanê berazan. Herçiqas dewrêş û murîdên wî hewl Didin ku wî dîsa bizivirînin ser ola îslamê, bisernakevin.
Murîdên Wî li ser vê yekê diçin ba şêxê mezin yê wê demê, ku wek Şêx Etar tê Naskirin. Şêx Etar jî diçe cem Şêx Senan, da ku wî bibîne. Dema Şêx Senan, Şêx Etar dibîne gellekî şerm dike û mirina xwe ji hezret Dixwaze. Her du bi hevre dia ji  xwedê dikin û diayên wan li wê derê tê qebûlkirin. Xwedê, hem canê Şêx Senan û hem jî canê keçika gawir digre û herdukan dişîne buhuştê. 


Weke Di nava kurdan de tê gotin, ev destan çîrokeke evînî ya rasteqîn e.  Li Hêla din, tê meraqkirin, gelo dibe ku ev destan, çîrokek folklorî bûye û paşê jî gihîştiye Feqî. Dûre jî bi pêvajoyê re dev bi dev hatiy Guhertin. Ev pirsgirêkek hemû destanên kurdî  ne.
 Destana Şêx Senan, ne tenê li Kurdistanê, herweha li Rojhilatanavîn û li Qafqasan seranser belabûye û di hundirê çîrokê de sofîzm heye. Di vê Destanê de serketin, ji bo paqijiya mirov e. Şêx Senan, wêneyek pakî û Xwoşewîstiyê ye. Di destana Şêx Senan de, serketina mirov, hestên Pakbûnî, giyana xwoşewîstiyê û peyamên biratiyê  bi awayek vekirî cîh Digrin.


 Mirov vê destanê dikare li çar beşan parve bike:
 1-Demeke dirêj bi îbadetê ve mijûlbûn û gihandina pîrîtiyê.
2-Xwoşewîstiya keçka gawir
3-Ji bo evînê gawir bûn.
4-Cardin vegera li îslamê


EY AV  Û AV
Ey av û av ey av û av 
Ma tu bê eşq û muhbetê 
Mewc û pêlan tavêy belav 
Be sekne û bê rahetê 

Ji işqa kê her têy û têy 
Heta kengê her bêy û bêy 
Bo min bêjê heyranê kêy 
Da ez bizanim qissetê 

Lazim te mehbûbek heye 
Yan dost û metlûbek heye 
Yan meyl û mensûbek heye 
Lew bê libas û kîswetê.