Leşkerên Îranê û Lubnanê Jî Li Dijî Pêşmergeyan Şer Dikin
Çend jêderên Pêşmerge tekez kirin: "Di êrîşan de çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de, li mihwerê Zumar û Rebî'e, çend yekîneyên Supaya Pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanî beşdar bûn û heya niha tevahiya êrîşên wan hatine şikandin."
Berî niha supasalarê Pêşmerge Cemal Îminkî ragihand: "Pêşmerge êrîşeke mezin ya çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li mihwerê Zumar têkşikandin û zerer û ziyaneke mezin li wan kirin û heya niha sê tank û pênc hemvî û bacerek û firokeyeke çavdêriyê têkşikandine".
Supasalarê Pêşmerge li mihwerê Zumar ji Kurdistan24ê re got: "Çekdarên Heşda Şeibî li ser destê hêzên Pêşmerge hatin şikandin û çendîn Hamvî û tank û Bacer jî hatin şewitandin."
Ferîq Cemal Îminkî diyar kir ku: "Emîndarî rêxistiya Bedir û serkirdeyê Heşda Şeibî Hadî Amirî li Zumar, û cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî Mehdî Muhendis li mihwerê Rebî'e serperşitiya êrîşa Heşda Şeibî dikin."
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Sibeha Îro artêşa Iraq û Heşda Şeibî li navçeya Sihêla li bakurê bajarokê Zumar li rojavayê Dicle, hêzên Pêşmerge topbaran kirin û dest bi êrîşê kirin."
Nûçegihanê me got: "Pêşmerge li gundên Berdiye û Hemed Axa ziyaneke mezin li çekdarên Heşda Şeibî kirin û li herdu gundên Ciruniyê û Eyn Uzêr çekdarên Heşda Şeibî paşde vegerandin, herweha Pêşmerge hejmarek tank û zirîpoşên Heşdê têkşikandin."
Berî niha, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rewşa niha bi metrisîdar binav kiribû û ji hikûmeta Bexda xwestibû, destpêşxeriya Herêma Kurdistan qebûl bike û dest bi diyaloga bê merc bike."
Herweha Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ew tevgerên serbazî derfetê dide Îranê hejmûna xwe li navçeyê berfireh bike û aramiya Herêma Kurdistan têk bide.