Li Kurdistanê Erdhej Mirî û Birîndar Zêde Dibin

Li Kurdistanê Erdhej Mirî û Birîndar Zêde Dibin
13 Kasım 2017 - 14:21

Şeva derbasbûyî li erdhejekî Rojhilat, Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hejand. Li gorî zanyariyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 328 kes û li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 2 hezar kesan jî birîndar bûne.


Demijêr 09-11ê şeva derbasbûyî 12-11-2017, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû. Piştî vê li Kirmanşanê 2 erdhejên din rûdan.

 

Navenda Geofîzîk a Îranê ragihand, navenda erdhejê li bajarokê Ezgel a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya erdheja yekem 7.6 Rêxter bûye.

 

Herwiha Serokê Navenda Geofîzîk a Îranê Elî Muradî ragihand, du erdhejên din bi hêziya 4.6 û 4 Rîxter li heman deverê çê bûne.

 

Navenda Jeolojiya Amerîkayê jî eşkere kir, ku bihêziya erdheja Helebceyê 7.5 Rêxterê bûye.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê ziyana canî û madî mezin e

 

Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand, ku ji ber erdhejê heta niha hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihiştiye 328 kesan. 


Li gorî ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, di encama erdhejê de li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê 141 hemwelatiyan canê xwe ji dest dest dane û  hezar û 648 kesên din jî birîndar bûne.

 

Hejmara qurbaniyên li sînorê Kirmaşanê wiha ye: Li Ezgelê 4 kes, li Gaware 3 kes, li Kirind 13 kes, li Serpêlê Zehaw 97 kes, li Sawlasê 9 kes û li Îslamabadê 13 kes, li Qesra Şîrîn 2 kesan ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane.

 

Tê gotin, ku hê jî hejmarek hemwelatî di bin kavilan de mane. Herwiha ji ber erdhejê 8 gund wêran bûne, elektirîk û ava li çend deveran qut bûye.

 

Ji bo hevkarîkirina kesên di bin xirbe û kavilan de mane, hêzên esmanê yên artêşa Îranê seferber bûne û bi alîkariya tîmên pizîşkî hewla rizgarkirina welatiyan didin. 

 

Parêzgarê Kirmaşanê Hoşeng Bazwend daye xuyakirin, ku proseya rizgarkirina kesên di bin avahiyan de mane berdewame û rêya wan gundên ku hatiye girtin dê îro bê vekirin û alîkarî bigihe wan deveran. 

Berpirsekî Heyva Sora Îranê jî ji medyaya Îranê re ragihand, ku li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi dehan kes ji ber erdhejê mirine û gelek birîdnar jî hene.

 

Başûrê Kurdistanê 4 kesan canê xwe ji dest dan

 

Erdheja şevê din li Başûrê Kurdistanê bi tundî hate hestpêkirin. Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kuridstanê ragihand, ku li seranserê Başûrê Kurdistanê 7 kesan canê xwe ji dest dane.


Li gorî daxuyaniyê 4 kes li Derbendîxanê, 2 kes li Germiyan û kesek jî li Silêmaniyê canê xwe ji dest dane.

 

Qayimeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ragihand, ji ber erdhejê 4 kesan canê xwe ji destdane û zêdetirî 50 kesan birîndar bûne.

 

Rêveberê Giştî ya Tendurustiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihmed ragihand, ti kes li navenda Silmaniyê birîdnar nebûye bang li pijîşk û karmendên hewar çûyînê kirk u di amade başiyê de bin.

 

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Saman Berznicî ragihand ku 50 hemwelatî ji ber erdhejê rakirine nexwexaneyan lê rewşa wan baş e.

 

Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawe Elî jî ji Rûdawê re ragihand, ku li Helebceyê ti zirareke canî nebûye.

 

Bendava Derbednîxanê ziyan dît

 

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulistar Mecîd ragihand: "Mixabin, ji ber erdhejê ziyan gihiştiye bendava Derbendîxanê. Tîm niha mijûlê lêkolînê ne da ku bizanin asta ziyanê çi ne."

 

Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Iraqê Hesen Cenabî jî hişyarî da xelkên gund û navçeyên li nêzîkî Bendava Derbendîxanê û xwest ku hemwelatî xwe ji arasteya avê dûr bixin.  

 

Erdhej li parçeyên din ên Kurdistanê û welatên din jî hate hest pê kirin

 

Erdeja bihêz a şeva borî li bajarên Colemêrg, Wan, Şirnex, Êlih, Sêrt, Bedlîs, Amed, Erzîngan û Çewlîkê jî hate hest pê kirin.

 

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî li bajarên Qamişlo û Tibespî û bajarokê Rimêlanê jî erd hejiyaye.

 

 Erdhej li Îran, Iraq, Kuweyt, Erebîstana Siûdî û Sûriyê jî hate hest pê kirin.