Li Şingalê Di Nava Pêşmerge û Pkk de Şer Derket

Li Şingalê Di Nava Pêşmerge û Pkk de Şer Derket
03 Mart 2017 - 13:29

İro li Şingalê Li Komalgeha Xanesorê ya ser bi nahyeya Sinûnê ya Şingalê, di navbera Pêşmergeyên Rojava û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) pevçûn derket."

Peyamnêrê Rudawê da zanîn, ku şevê din ji ber çûna Pêşmergeyên Rojava li herêmê alozî hebûye lê îro danê sibê pêşmergeyan xwestiye bikeve Xanesorê lê hêzên YBŞê teqe li wan kirine û di encamê de pevçûn derketiye.

Fermandarên hêza Pêşmergeyên Roj dibêjin destpêkê YBŞê teqe li wan kirine. Di encamê de 4 pêşmergeyên Leşkera Roj birîndar bûne. Herwiha şervanekî YBŞê jiyana xwe jidest daye û 3 jî birîndar bûne.

Duh hêzekê Leşkerên Roj anku Pêşmergeyên Rojava li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatibû bicihkirin.

Fermandarekî Pêşmergeyên Rojava piştî çûna yekemîn hêza wan û bicihbûne wan li Sinûnê ragihandibû, ku hêzeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê ji wan xwestiye, ku ji deverên derkevin, lê belê wan ew daxwaz red kiriye.

Fermandarê Pêşmerge ji Rûdawê re got, armanca wan tenê ev yek e ku ji bo parastina sînor li wan navçeyan bicih bibin û tekez kir, ku ti armanceke wan ji bo rûbirûbûna ti hêzekê nîne.

Bajarokê Sinûnê ser bi navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ye.