Li Stockholm û Kolnê Pişgiriya Kurdistanê

Li Stockholm û Kolnê Pişgiriya Kurdistanê
23 Ekim 2017 - 11:38

Kurd li Stockholmê li ber avahiya balyozxana Amerika bûn

 Li gelek paytextên Ewropayê kurda li himber balyozxaneyên Amerika xwe pêşan kirin û ji Amerika xwestin pişta xwe nedê kurda û pişgiriya Kurdistana Başûr û prosesa serxwebûna Kurdistanê bikin.

Ji doh ve bi hezaran kurd li Ewropa rabûne ser piya û li ber derê balyozxaneyên Amerikayê xwepêşandana dikin. Yek ji wan jî li bajarê Stockholm a paytextê Swêd bû.

 


Li Almanya Kurdan êrîşên dagirkeran şermezar kirin

Kurdên derveyê welat li almanya Bajarê Kolnê xwepêşandanek girsehî ji bo pişgiriya Kurdistanê li darxistin.