Li Wanê Pevçûn: 14 Birîndar
Hefteya borî ji ber sedemeke ne diyar e endmên her du malabatên ku şer kirî, li taxa Îskeleyê rastî hev hatin û bezîn hev û bi kevir, dar û kêran dîsa şerê hev kirin 14 kes birîndar bûn.
Li navçeya Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 14 kes birîndar bûn.
Hefteya borî ji ber sedemeke ne diyar e endmên her du malabatên ku şer kirî, li taxa Îskeleyê rastî hev hatin û bezîn hev û bi kevir, dar û kêran dîsa şerê hev kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 3 birîndar bo Navenda Pizîşkiya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin veguhestin.
Kesûkarên her du aliyan li pêş nexweşxaneyê kom bûn û di navbera wan de nîqaş derket û şerê hevûdu kirin.
Di şerê li pêş nexweşxaneyê de jî ji her du aliyan 11 kes birîndar bûn û hinek otomobîlan zerar dîtin.
Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Wanê hatin veguhestin. Hêzên emnî li derdora nexweşxaneyê tedbîrên emnî wergirtin.
FACEBOOK YORUMLAR