Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be

Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be
16 Mayıs 2019 - 12:01

Kurdî, roja zimanê Kurdî. 15’ê Gulanê ji roja zimanê Kurdî ye. Di sala 1932 an de di 15'e Gulanê de Mîr Celadet Bedirxan dest bi weşandina kovara Hawarê kir. ev roj ji bo zimanê Kurdî rojeke girîng e. Ji ber vê yekê ev roj weke roja zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Cejna zimanê Kurdi piroz be!

Zimanê me, dîrok û rûmeta me ye. Gerek e em li zimanê xwe xwedî derkevin! Lewra ziman, çand û hebûna gelê me ye! Civaka ku nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibîne, nikare hebûna xwe ji biparêze!


Lazim e em bi zarokên xwe ra bi zimanê xwe biaxivin. Lê mixabin zarokên me exlêbî bi KUrdî nizanin. Dê û bav dibêjin bila zarokên me bi Tirkî biaxivin ji bo ku li dibistanan zehmetiyê nekşînin lê nizanin ku zarok piştra karin bi rehetî Tirkî hîn bibin lê kesên ku di zaroktiya xwe de bi Kurdî, bi zimanê dayikê hîn nebûbe piştra nikare bi xweşikayî hin bibe.

Werin em li zimanê xwe xwedî derkevin.

Werin em bi zimanê xwe biaxivin.

Werin em bi Kurdî bixwinin û binivîsînin.


Em li kolan û kuçeyên welatên xwe bi zimanê dayika xwe, bi zimanê Kurdî biaxivin. Bila tehma zimanê Kurdî ji devê me kêm nebe.