Serok Barzani: Daxwaza me 2021 Sala Aşti û bextewarî be

Serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî di peyama xwe ya sersalê da daxwaziya aştî û aramiyê kir

Serok Barzani: Daxwaza me 2021 Sala Aşti û bextewarî be
31 Aralık 2020 - 09:40 - Güncelleme: 31 Aralık 2020 - 09:46

Serok Mesûd Barzanî bi boneya sala nû ya zayînî, peyamek belav û hêvî xwast, sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên KurdistanIraq û hemû navçeya me pêk bê.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Hêvîdar im sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum