Kurdistan
Kurdistan (Dengdani/kʊrdɯstɑːn/), welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e. Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.
Peyvnasî
Navê kevn
Navê Kurdistanê ya qedim Kardox bû.
bi yewnanî: Κορδυηνή Kordyinî,
bi îbranî: קרטיגיני, Kirtîgînî
bi ermenî: Կորճայք, Korçayk
Li kelaka Kardoxê sumeriyan li welatê kurdan re digotin Kur-a, Gutiyum û Welatê Karda elamîtan jî Kurdasu, akadiyan jî Kurtey asûriyan jî Kurtî û babîliyan jî Qardo digotin Romiyan jî Corduene bikarandin.
Navê dema ereban
nexşeya Ibn Hewqalê kû welatê Kurdan reh dikî. (PZ. 977)
navê naxşe "Nexşeya Cîbalê" ji (Rojhilat/Bakurê çiyayên Mesopotamyayê) "Kû Kurd ji tavistan û zivistanê dimînin" reh dikî.
Dema (Misilman) Ereban erdên Ariyan feth kirûn, wan jî welatê kurdan re digotin Ard'ul Ekrad (Axa Kurdan) û Bilad al Ekrad (Warê Kurdan) dûra dema oẍiz hatin rojhilata navin wan jî navê erebî dewam digotin.
Navê anka
Berê selcûqîyan Matthiasê Edessayî ji li dîrokname ya Ermenî ye da navê K'rdstanac dayen hêremeke nav Amed û Siverekê.
Peyva Kurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliye selcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye karanîn. Selcûqiyan navçêya Bahar, li başûrê Hamedan bi Kurdistan navkiribûne. Gorî Şerefxan Herêma mîrgeha Melkişî, Dêrsim, ji aliyê herkesî ve wek Kurdistan dihat nasîn.
Dîrok
Dîroka Kurdistanê
Nexşaya ke Mahmud Qaşqarî pirtûka Divânu Lügati't-Türk ta xêz kirî. (11. sedsal) Le ser nexşeda Axa Kurdan (Ard'ul Ekrad) lêkirî yê.
Nexşeya Qaşqariyê bi tirkî, wira da jî navê Kurdistanê bi Kürt Ülkesi lêkirî yê
Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.
Eger em bixwazin bi avayekî zanistî û li gor datayên şûnwarnasiyê ji dîroka Kurdistanê re binêrin gelek tiştên nû eşkere dibin. Li gor Projekta Şûnwarnasiya Zagrosa Navendî (CZAP) Kevintirîn cih li rojhilata Kurdistan û Îranê gundê Şîxawa (Sheikh-e Abad)ê ye li parêzgeha Kirmaşanê ku dîroka wî vedigere 9810±60 berî zayîn an 11825±60 sal berî niha. Lewra dîroka şaristaniyeta Kurdistanê gelek kevintir e ji Împeratoriya Medya û hatina gelên biyanî bo Kurdistanê.
Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.
Dewletên Kurdan |
---|
Hilhatin | Serdema Navîn | Serdema Nûjen | Sedsala 20an | Sedsala 21ê |
---|
| - Sadakiyan
- Kakûyî
- Selarî
- Şedadî
- Dewleta Eysanî
- Merwanî
- Lurî Piçûk
- Rewadî
- Hezarhespî
- Biraxoyî
- Dewleta Enazî
- Dewleta Biweyhiyan
- Hesnewî
- Dewleta Eyûbiyan
- Badînan
| | - Keyaniya Kurdistanê
- Kurdistana Sor
- Komara Agiriyê
- Komara Mehabadê
- Bakurê Kurdistanê
- Başûrê Kurdistanê
- Rojavaya Kurdistanê
- Rojhilata Kurdistanê
| - Hikûmeta Herêma Kurdistanê
|
Erdnîgarî
Bajarên Kurdistanê
Kurdistana sor
- Laçin
- Qubadlî
- Zengilan
- Kelbajar ( Kevnbajar)
- Qerekişleq
- Qotirlê
- Kurdhacê
- Muradxanê
Bakurê Kurdistanê
- Amed
- Agirî ( Bazîd) (Patnos)
- Wan
- Colemêrg (Gewer)
- Şirnex (Cizîra Botan), (Silopî)
- Mêrdîn (Nisêbîn), (Qoser)
- Dêrsim
- Semsûr
- Sêrt
- Bedlîs (Tetwan)
- Mûş
- Erzîngan
- Çewlig
- Riha (Wêranşar), (Sêwreg)
- Xetay (Îskender)
- Gurgum
- Îdir
- Qers
- Erzirom
- Sêwas
- Meletî
- Erdêxan
- Êlih
- Dîlok
- Xarpet (Elezîz)
Başûrê Kurdistanê
- Hewlêr
- Silêmanî
- Helebce
- Zaxo
- Dihok
- Xurmatû
- Kerkûk
- Xaneqîn
- Mendelî
- Mûsil
Rojhilata Kurdistanê
- Mehabad
- Sine
- Îlam
- Kirmanşan
- Wirmê (Urmiye)
- Hemedan
- Xuremabad
- Şarîkurd
- Dêzful
- Kazrun
- Miyanduaw
- Kamyaran
- Mako
- Banê
- Serdeşt
- Gûrgan
- Kurdkoy
Rojavaya Kurdistanê
- Qamişlo
- Heseke
- Efrîn
- Kobanê
- Serê Kaniyê
- Tirbe Sipiyê
- Dêrik
- Amûdê
- Mabuk
- Cerablus
- Girê Spî
- Bab
- Reqa
Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê.
Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.
Beşên Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.
Başûrê Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.
Rojhilata Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye.
Rojavaya Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.
Dînên kurdan
Li Kurdistanê gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, zerdeşt, xiristiyanî, cihû û çend olên din hene.
Berê Îslamiyetê piraniya kurdan li ser dînê Zerdeşt bûn navê dînê Zerdeşt Behdîn e, piştî ku Îslam li Kurdistanê hate belakirin piraniya kurdan bawerî pê anîn û bûn misilman.
Civak
Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene; tirk, îranî (fars), azerî (ecem), ermen, ereb, tirkman û asûrî jî li Kurdistanê welatî ne.
Pêkhateya neteweyî
ya rûniştvanên Kurdistanê (1995) [11]%
Kurd 85,9%
Tirk 5,3%
Ereb 3,6%
Ecem 3,1%
Fars 2,9%
Asûrî 2,2%
Ermen 1,5%
Tirkmen 1,4%
Neteweyên din 4,1%
Ala
Alaya Kurdistanê
Alaya kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev alaye di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kevnên Kurdan de çevenga vejînê ye.[12] Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne an jî Newrozê nîşan dide.
Wateya rengan
Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîne. Nîşana rojê di dîroka Kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kurdan, wek Yezdaniyê de, çevenga vejînê ye. Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwere demsala Biharê jî têne. Rengê sor, xwîna Şehîd/Pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramî ya gelê Kurd sembole dikê.
Reng | Wate | CMYK | RGB |
---|
Kesk | Surişt û xwezaya Kurdistanê | 100-0-89-60 | 29 8C 00 |
Sor | Xwîna şoreşgerên Kurdistanê | 0-100-100-0 | FF 00 00 |
Zêr | Ronahî û azadî | 0-25-100-0 | FF C0 00 |
Spî | Aştî | | FF FF FF
|
Di dîrokê de alayên rexistinên Kurdistanê
Di Kurdistanê de alên curbecur hatin bikaranîn û tên bikaranîn lê biryareke li ser bikaranîna aleke neteweyî tuneye.
Ala Siltaniya Eyûbiyan(1171? 1260)
Ala Şahiya Zend (1750 ? 1794)
Ala Mîriya Soran (1816?1835)
Ala ku di Serhildana Koçgiriyê de hatiye bikaranîn (1920)
Alaya Keyaniya Kurdistanê (1921-1924,1925)
Alaya Komara Agiriyê(1927-1930)
Alaya Komara Mehabadê(1946-1947)
Sirûda netewî
Sirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.
Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) ve di sala 1946'an de hat nivîsandin. Ey Reqîb ji aliyê Dildar ve bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'an de di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.
Ey Reqîb, bi soranî
Ey Reqîb
Ey reqîb her mawe qewmî kurdziman Nayşikênê danerî topî zeman Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê allakeman Ême roley rengî sûr û şorriş în Seyrî ke xwênawiye rabirdûman Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê allakeman Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr Ta be xwên nexşî bika tacî jiyan Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê allakeman Ême roley Mêdiya û Keyxusrew în Dîniman, ayinmian, her nîştiman Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê allakeman Lawî Kurdî her hazir u amadeye Canfîda ye, canfîda ye, her canfîda Kes nellê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê allakeman
|
Ey Reqîb, bi kurmancî
Ey Dijmin
Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman Nikare bişkêne liba topa vî zemanî Bila kes nebêje kurd dimirin, Kurd zindî ye Zindî ye, qet nizim nabe ala me. Em kurd in rengê sor û şoreş in Li serboriya me ya xwîndar binihêre. Em kurên Medya û Keyxusrew in Dînê me, ayîna me her niştîman e Çend hezar lawên kurd ên şêrdil Bûn bi gorî (qurbanî), hemû hatin veşartin Lawên wî niha jî hazir û amade ne Canfîda ne, canfîda ne, her canfîda Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxwasan Çawa bi xwîn neqş dike tacê jînê
|
Bi rengê marşê
Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman Naşikê û danayê topê zeman.
Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Em xortên rengê sor û şoreş in Seyr bike xwîna tiya me da rijand.
Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Em xortên Medya û Keyxusrewin Dîn îman û ayînman, her niştiman Dîn îman ayînman, Kurd û Kurdistan.
Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.
Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Xortên nûh tev hazir û amade ne Can fîda ne can fîda, her can fîda !
|
Ey Reqîb, bi hewramî
Ey Raqîb
Ey reqîb her, menen mîlletî kurd ziwan Nimemarroyçiş, cimnerî, çerxî zeman Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen Zînnênew qet menamyore allakêman
Ême rollê rengê sûrê û şorrişî Bidye çin winallînen, wiyerdeman Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen Zînnênew qet menamyore allakêman
Mîlletu kurdî hurzawe seru, pay Be winêş nexşîn kero tacew jîway Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen Zînnênew qet menamyore allakêman
Ême rollê, mîdyaw keyxusrewî Dîn û ayînç, parêznaş, nîştiman Kes newaço kurd merden, kurd her zînnen Zînnênew qet menamyore allakêman
Mîlletu kurdî, amadew haziren Gyan fîdan û gyan fîda,her gyan fîda Kes newaço kurd merden,kurd her zînnen Zînnênew qet menamyore allakêman
|
Ey Reqîb, bi kirmanckî/zazakî
Ey Raqîb
Ey reqîb her mendo qewmê kurdziwanî Nêşikîno, nêkuwno bi topa zemanî Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Lajê kurdî vaşto ra payan zê çêran Ta bi gonî bineqişne tacê cuyane Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Ma domanê Medya û Keyxusrew îme Dîn îman, ayînê ma her welat o Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Ma domanê rengê sûr û şoreş îme Temaşeke, gonin o ravêrdeyê ma Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma
Lajê kurdî her hazir û amade yo Canfeda yo canfeda, her canfeda Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma |