Talabanî: PKK divê yan weke hêzeke siyasî bimîne yan ji Kurdistanê derkeve

Talabanî: PKK divê yan weke hêzeke siyasî bimîne yan ji Kurdistanê derkeve
13 Mart 2017 - 11:11

Di gotarekê de weke girte vîdyoek derdikeve, Celal Talabanî dibêje ku,  Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) xwe bi zorê li başrê Kurdistanê sepandin.Herwiha Mam Celal behsa wê yekê dike ku, PKK hemû serkirdeyên başur bi xiyanetker û noker binav dike di heman demê de şerê partiyên Kurdistana bakur dike.

Herwiha dibêje ku, di demekê de PKK hevkariyê ligel dezgehên sîxûrî yên Iraqê û Sûriyê dikin û di heman demê de jî dijayetiya partiyên siyasî yên vî welatî dikin.


Aşkere kir ku, çendîn car danûstandin ligel wan kirbû, du caran jî şandek ku, Mam Celal tê de beşdarbûbû daku, rêkbikevin, lê hê hibra nivîsînê ziwa nebibû, dest bi êrîşê kirin kirbûn, ev yeke li sala borî bû.


Sekretê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) behsa wê yekê jî kir ku, hewleke mezin kir daku, PKK dev ji wan siyasetên xwe berde û ew vexwendin kongreya Yekîtî, şanda wan jî beşdar bû jî lê piştî pîrozbahiyê dest bi êrîşîkirina serkirdeyên Yakîtî kirin.


Herwiha got jî ku, daxwaz ji wan kir ku, siyasetekî jîrane bikarbînin ku, ji bo wan başe, lê gotin ku, na ew buhare rabûn dikin û cimhoriyeta Botan û Badînan dadmezrênin.Herwiha diyar kir ku, çendîn car ji wan xwestibû ku, siyastea xwe bigherînin taybet hebûna wan li ser sînorê Herêma Kurdistanê ku, lê ew fitnya dijminan pêktînin daku, ezmûna başurê Kurdistanê bişkînin.


Mam Celal amaje bi yekê jî dike ku, PKK li Sûriyê û Îran û navçeyên din jî hêz hene, lê nabêjin li kurin û li navçeyên Kurdistana Iraqê dibêjin em biradostin û li wan navçeyan bangî rojnamevanên Tirk dikin û wêneyan digrin û li medyaya Tirkiyê bi şêweyekê din belav dikin.


Herwiha diyar kir ku, li ser Kurdistanbûnê ti partiyek nikare mûzayedê li ser partiyên Kurdistana başur bike û daxwaz ji PKKê dike yan weke Hêzeke siyasî bimînin yan jî sînorê Herêma Kurdistanê bicih bihêlin.