YNK: Nabe Ku Xwîna Xortên Kurd Bi Destê Kurd Birije

YNK: Nabe Ku Xwîna Xortên Kurd Bi Destê Kurd Birije
10 Mart 2017 - 11:45

YNKê derbarê krîzên herî yên li Kurdistanê û çareserkirina wan krîzan de daxuyaniyek belav kir û têde tekezî li ser rêyên çareseriyên guncaw û bilez bo çareserkirina krîzan dike. YNK herwiha derbarê bûyerên Xanesor û Şingalê de jî ragihand: "Êdî çênabe û nabe ku xwîna xortên kurd bi destê kurd birije".

 

Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro pênşemî 9ê Adarê li Silêmaniyê civiya.

 

Piştî civînê daxuyaiyek nivîskî hatbelavkirin. Di vê daxuyaniyê de, Polîtboruya YNKê tekezî li ser wê çendê kiriye, ku "êdî çênabe û nabe ku xwîna xortê Kurd bi destê Kurd were rijandin û bi ti awayekê ti hincetek ji bo şerê birakujî di navbera hêz û aliyên kurdistanî de nîne".

 

YNK herwiha dibêje: "Hemû aliyek bila hewla wê bidin ku pêwendiyên wan him di navbera wan bi xwe de û him jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re baştir bikin û zêdetir bi pêş bixin, bi armanca paşxistina doza rewa ya gelê me".

 

Di beşeke din a daxuyaniya YNKê de amaje bi dîtine rêyên çareseriyê yên guncaw û bilez bo krîzan dike û tê gotin: "Di vê civînê de ku piraniya endamên polîtboruyê têde amade bûn, gelek bi hûrî behsa arîşe û pirsgirêkên siyasî û aborî hat kirin û polîtboruyê tekezî li ser girêdayîbûna bi xal û bendên nexşerêya çareseriya ji bo krîzên siyasî û aboriyên Herêma Kurdistanê kir".

 

 

Polîtboruya YNKê destnîşan kiriye, ku di beşeke din a civîna îro de behsa çawaniya pêkanîna guhertinan û çaksaziyan him di sazî û dezgehên hikûmeta de û him jî di organ û rêxistinên YNKê de hat kirin, ku di civîna berê ya polîtboruyê de biryar li ser hatibû dayîn.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi rol, qehremanîtî û qurbanîdana Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û rûbirûbûn û xweragiriya wan li hember tarîperestan û terorîstên DAIŞê kir û rola wan bilind nirxand.

 

Polîtboruya YNKê herwiha ragihand: "Di dawiya civînê de behsa deverên arîşedar û mijara referandumê û karkirin bo endamdana referandumê li sertaserê Kurdistanê jî hat kirin".